|
Islam
ku peyveke
arabî ye, tê maneya radestî û teslîmiyeta mirovî li
ber Xwedayê xwe. Ýslam bi bawermendên xwe yên nêzikî
1,3 milyarî duyem-mestirîn olê cîhanê ye, piþtî
Mesîhîyatiyê (bi nêzikî 2,1 milyar alîgir). Ji
bawermendên Islamê re
Musluman tê gotin.
 |
Islam
olekî monoteîst (yekwedan) û ibrahîmî ye û bi tu
awayî polîteîzm (pirxwedanî) û sêyekiya (sêxwedanî)
kirîstî napejirîne, xwe bi tundî jê dûr digre.
Doktrîna sereke û bingehî baweriya
tewhîdê ye, ango bawerî bi yekbûna
Xwedê.
Di
Îslamê de navê Xwedê Ellah
e. Ew yek, tek û bêheval e. Jê pêve tu xwedeyên
din tune ne. Hemî ji Wî ye û bi destê Wî ye.
Hemî hewceyî Wî ye û Ew hewceyî çi û tu kesî
nîne. Û Wî tu zarok nebûye. |
Îsalm
ne bi tenê olek e, herwusa ew sîstemeke nerx û sengan e
yên ku bi her awayî li ser jiyana musulmanan girêder û
xwedanbandor in. Olê Îslamê xwe li ser du bingehan ava
kiriye. Ya yekemîn Qurana
pîroz ya Xwedê û ya duyemîn
Sunnet ango
gotin û kirinên Peyamber Muhammed
(a.s) e ku herdû rêberî û rênîþanderiyê
bo muslumanan dikin.
Islam
ne dînekî nû ye, yê ku bi Muhamed (a.s) destpêkirî.
Islam dînê hemî peyamberan e ji Adem (a.s) berbijêr heta
peyamberê dawî Muhamed (a.s). Peyam û hinarteya sermedî
ye. Xweda (t) peyamber gî bi vî kar û barî rakirine,
wezîfedar kirine.
Islam
bi serekî û bingehî yekbûn û wekheviya hemî mirovên
cîhanê fêrdike. Anku gorî Islamê hemî mirov yek û
wekî hev in. Tu kes li hember mirovên reng û ziman û
netewên (wekî) din çêtir yan xerabtir nîne. (Tu kes bi
ziman, netew û çermerengê (tenreng) xwe ji mirovên din
çêtir yan xerabtir nîne.) Çêtirî yan xerabî gorî
teqwedariya mirovî ye.
Hîmên
Îslam
Pênc
Stûn
Islamê
pênc wezîfeyên binyatî hene û divê her muslumanek van
wezîfan bêkêmasî, bi temamî bîne cih. Ev wezîfana,
stûnên Islamê pêk tînin. Va ew pênc wezîfeyên her
muslumanekî:
Þehadet
Va
ye þehadeta baweriyê (îmanê): ‘Ez
þahidiyê dikim ku ji bilî Ellah xwedê tunene û þahidiyê
dikim ku Muhammed (a.s) abd (xizmetker) û qasidê (þandî)
Wî ye.’ Îcar þîî li þehadetê zêde dikin
û dibêjin : ‘Û Alî hevalê Xwedê ye.’ Herwusa di
sufîzmê de yekem hevoka þehadetê bi maneya han tê þîrove
kirin: ‘Ez þahidiyê dikim ku ji bilî Ellah tu tiþtek
nîne.’ Anku tu tiþtek tuneye. Bitenê Xwedayê yek û
tek heye.
Her
kî bi bawerî û dilpakî þehadetê bixwîne û
pêwîstiyên wê bîne cih, dibe musluman.
Nimêj (Selat)
 |
Nimêj
wezîfa her muslumanekî ye û rojê
pênc danan ango sibê, nîvrojê,
berêvarê, êvarê û þêvê tê kirin. Pênc
nimêjên rojî tim Xwedê dibîrîne (tîne bîra
mirovî) û bi vî awayî mýrovî di jiyana herroj de
tim þîyar digre. Mirov bi nimêjê dizane ku ew li
hember Xwedayê xwe yê Gîzan, Gîbihîs, Gîkar û
Gîbîn e û Ew ji hemî gotin û kiryar û daxwazên
abdê xwe agahdar e, heta ya dilê wî. Mirov bi bîr
û hizrên ha xwe ji guneh û xerabiyan û ji riyên
þaþ dûr digre |
Mirov
dikare li gî derê nimêjê bike lê cihê taybet bo
nimêjê mizgeft
e. Piþtî ku muezzînî
bang (ezan) da û
mirovî avdest kir,
li mizgeftê îmam li pêþ cemaetê
nimêjê dike. Ji van nimêjên rojîn pêvê heftê carekê
nimêja Înî heye.
Nimêja Înî ew e ku roja Înî musluman nimêja nîvro bi
dû-rekatî bi hev re dikin. Berî nimêja Înî mele
xutbê dixwîne.
Bingehên xutbê ayetên
Quranê û hedîsên peyamber (a.s) in. Herweha mele
babetên rojevî jî tîne ziman.
Zekat
Zekat
ew e ku muslumanên dînen zengîn ji
sedî dudu û nîv malê xwe bo rêwî,
nexweþ, xizan, deyndar û hewcedaran û bo riya Xwedê
xerç bikin. Zekat bes bo
muslumanan tê dayîn.
|
 |
Zekat
malê dewlemendan ji heqê xizanan paqij dike, dilê
wan ji çekûziyê beralî (rizigar) dike û hestên
þefqet û merhamet û hevxemiyê di þûnê de pêk
diafirîne. Herweha zekat kesên xizan jî ji hesed û
çavnebariyê dûr digre û nahêle ew tê de bicih
bibin. Kesên xizan, rêz û giramî li xwediyên
zekatê digrin. Bi vî awayê xwe yê delal zekat
mirovên dewlemend û mirovên xizan nêzikî hev
tîne, hevhezî, biratî, yekitî û di encamê de
aheng û terazekê digel civakê datîne û civak ji
pev- û jevketinan parastî dimîne. |
|