Useyd Kurê Hudeyr
Leyla ESMER
Mizgîn/Hêjmara 47
Bawermend bi
kiryarên xwe him ji bo dema xwe him jî ji bo
mirovên demên paşê rolekî mînakbûyînê dilîzin.
Kiryarên wî yên baş ji bo mirovên din dibe hêvî,
wêrekî û navgîniya gihiştina Xwedê.
Useyd kurê Hudeyr jî di dema kamraniyê de xwe
gihiştandiye vî astê û bi jiyana xwe ji bo
bawermendan bûye wek sitêrkekî rêya gihiştina
riza Xwedê nîşan dide.
Mus’ab kurê Umeyr dema ji bo teblîxkirina
Îslamiyetê çû Medînê, bi hewlekî xweş bû wesîla
mislimanbûna gellek mirovan. Ji bo xebata xwe bi
cih bîne çû mala kurê xaltiya Se’d kurê Muaz,
Esed kurê Zurare. Li wir xwe bi cih kir. Di wî
demê de di nav gelê Ereb de tu kes li hember
merivên xwe dernediket. Lê Se’d kurê Muaz ji ber
ku serokê qewmê xwe bû; dixwest Mus’ab kurê
Umeyr re astengî derxîne. Bi wî armancê çû ba
Useyd kurê Hudeyr. Lewra ew di nav qewmê wan da
pêşeng bû. Jê re wusa got:
- Tu karê xwe baş zanî û ji kesê re hewcedar nîn
î. Here ba wî mirovê ku di nav qewmê me de
baweriyên lawazan xera dike, jê re bibêje bila
ji me dûr bikeve. Ger Esed kurê Zurare merivên
min nebûya ezê biçûma pê re biaxifiyama.
Li ser vî yekê Useyd kurê Hudeyr çû cem Mus’ab
kurê Umeyr û jê re wusa got:
- Sedema hatina te çî ye? Tu dixwazî baweriya
lawazên gelê me xera bikî? Ger tu naxwazî ji
jiyana xwe bibî, tuyê ji van deran herî.
Mus’ab bi awayekî xweş bersiva wî da:
- Hela hinekî rûnîke û li min guhdarî bike. Ger
te eciband tuyê bipêjirînî, te neeciband tuyê
nepêjirînî.
Mus’ab kurê Umeyr jê re Qur’ana Pîroz xwend û
qala Îslamiyetê kir. Li ser vî xwendina xweş a
Mus’ab, Useyd kurê Hudeyr ji xwe çû û wusa got:
- Ev çi tiştekî xweş e, ev çi gotinekî bilind e.
Ji bo ketina vî dînê divê mirov çi bike?
Mus’ab pêwistiyên mislimanbûnê jê re qal kir û
pişt re Useyd kurê Hudeyr bêjeya şehadetê got,
bû misliman. Dilê wî fireh bû û bi dilxweşikî ji
Mus’ab kurê Umeyr re wusa got:
- Li pişt min mirovekî heye. Ez rabim herim ba
wî. Wî bişînim ger ew misliman bibe di Medînê de
ji qewmê wî kesê ku misliman nebe namîne.
Pişt re rabû û bilez derket, çû cem Se’d kurê
Muaz jê re got, ez jî misliman bûm. Li ser vî
yekê Se’d kurê Muaz aciz bû û çû cem Mus’ab kurê
Umeyr. Bi hêrs pê re axivî.
Mus’ab kurê Umeyr jî jê re bi axaftinekî nerm
got:
- Rûnîke û li min guhdarî bike.
Se’d li ser vî axaftina nazik nerm bû û li ba wî
rûnişt. Lê guhdarî kir. Mus’ab kurê Umeyr jê re
qala mislimantiyê kir. Qur’ana Pîroz xwend. Dema
Qur’ana Pîroz xwend rûyê Se’d guherî û ket
rewşekî din. Ew jî bû misliman û çû cem qewmê
xwe ji wan re wusa got:
- Ez bûm misliman. Ger hûn tev bi Îslamê bawerî
neynin, axaftina min êdî bi we re heram be.
Li ser vî yekê qewmê wî bi hev re Îslamiyetê
pêjirand. Di wî qewmê de kesê bawerî neanîbe
nema.
Useyd kurê Hudeyr hêza xwe, hemî derfetên xwe di
rêya Îslamê de xerc kir. Bi mislimanên Medînê re
ew jî çû bîata Eqabê. Ji nav 75 mislimanên ji
Medînê hatibûn, Pêxemberê Me (s.X.l.) 12 nimîner
hilbijart. Ji van 12 nimîneran yek jî Useyd kurê
Hudeyr bû.
Hz. Useyd bêşdarê hemî cengên pêxemberê me (s.X.l)
bibû. Di cenga Uhudê de direfşa qebîleya Ews di
destê Useyd de bû. Di wî cengê de pirr bi wêrekî
tevgeriyabû û ji heft cihên xwe birîndar bibû.
Dema misliman fetilîn Medînê Pêxemberê me (s.X.l)
gotibû “Muşrîk dibin ku bizivirin Medînê û êrîş
bikin. Hêj wan tiştekî wusa nekirine em êrîşê
wan bikin.” Ji ber vî yekê ji Hz. Bîlal re
gotibû ji mislimanan re bibêje “Hûn li pey
neyarên xwe herin.”
Dema Hz. Bîlal gazî bawermendan kir Useyd birîna
xwe derman dikir. Çawa vî gotinê bihîst wusa got:
- Min bihîst û ez fermana Resûlê Xwedê bi cih
tînim.
Û şûrê xwe girt dev ji birîna xwe berda hat cem
Resûlê Xwedê (s.X.l) jê re got “ez amade me.”
Fermana Resûlê Xwedê (s.X.l.) êşa wî pê da
jibîrkirin.
Dû cenga Uhudê rojekî muşrîkên Mekkê bedewiyekî
wek mêrkûjê demanî girtin ku Pêxemberê me (s.X.l.)
bikuje. Bedewî li Medînê cihê Pêxemberê me (s.X.l.)
hîn bû. Pêxemberê me (s.X.l.) jî di wî demê de
li cem kurên Ebduleşhel bû. Dema sehabeyan li
Pêxemberê me (s.X.l) guhdarî dikir, bedewî ket
hundir.
Resûlûllah (s.X.l.) ji rewşa wî guman kir û wusa
got:
- Daxwaza vî mirovê xerab e, dilê wî heye min
bikuje.
Bedewî hat nêzikê wan bû û pirsî:
- Kîjan ji we neviyê Ebdulmuttelîb e?
Pêxemberê me (s.X.l.) got:
- Kurê Ebdulmuttelîb ez im.
Bedewî xwest mebesta xwe ya xerab bi cih bîne.
Ji ber wî ber bi Resûlê Xwedê (s.X.l) çû. Useyd
kurê Hudeyr bi pêşa wî girt û bilez kişand. Pê
re ew xencera ku bedewî di bin pêşa xwe
veşartibû derket holê. Hz. Useyd êrîşê ser
bedewî kir ku wî bikuje. Bedewî ji Pêxemberê me
(s.X.l.) re got:
- Ya Muhemmed canê min bibexşîne.
Pêxemberê me (s.X.l) ji bedewî re got:
- Ji min re rast bibêje, tu çima hatî vir? Ger
tu rast bibêjî wê rastî feyde bide te. Ger tu
derew bikî wê ji bo te qet baş nebe. Jixwe ew
tiştê ku te yê bikira haya min jê heye.
Li ser vî yekê bedewî got ku muşrikan min demanî
kiriye ku ez te bikujim. Pêxemberê me (s.X.l.)
ku ji bo hemî aleman wek rehmet hatibû şiyandin,
ji wî bedewiyê ku ji bo kuştina wî hatibû re
wusa got:
- Ez te serbest dihêlim. Tu dixwazî herî ku,
here. Yan jî ji bo te tiştekî ji viya bixêrtir e
bike. Pişt re wî vexwend Îslamê.
Bedewî li hember vî merhemeta pêxemberê me
(s.X.l) qet nesekinî û wusa got:
- Ji Xwedê pê ve Îlah tuneye. Tu jî, misoger
Resûlê Wî yî. Û bi vî awayê misliman bû.
Di dema cenga Hendekê de jî ku ceng dirêj bû
pêxemberê me (s.X.l) xwest arîşena wî artêşa ku
bi civîna çend qebîleyên muşrîkan hatibû holê,
xera bike. Ji bo vî fermandarê qebîla
Gatafaniyan Uyeyne kurê Hisn û Xarîs kurê Evf re
agahiyekî wusa şiyand.
- Ger hûn dev ji vî tiştê berdin û bizivirin
memleketê xwe, emê ji sê par yek ji berên
fekiyên Medînê bidin we.
Lê ew bi sisiyan yek qayil nebûn û nîvê wî
xwestin. Pêxemberê me (s.X.l) wî nepêjirand û li
ser vî yekê ew razî bûn. Bi civata 10 mirovî
hatin hafa Resûlê Xwedê (s.X.l).
Ew hê li cem Resûlê Xwedê bûn Useyd kurê Hudeyr
bi wesîleyekî çû hafa pêxemberê me (s.X.l). Dît
Uyeyne kurê Hisn li cem Resûlûllah (s.X.l) lingê
xwe dirêj kiriye û bê edep runiştiye. Ji ber vî
bêrezdariyê deyax nekir û bi gotinekî hişk jê re
wusa got:
- Lingê xwe berhev bike! Li cem Resûlûllah
(s.X.l.) bi çi mafê lingê xwe dirêj dikî. Ger li
cem Resûlûllah (s.X.l) nebûya minê bi vî rima
xwe te bikuşta. Dema hîn bû fermandarên
Gatafaniyan bi çi meqsedî hatine,
li pêxemberê me fetilî û bi rêzdarî ji pêxemberê
me (s.X.l) re wusa got:
- Ya Resûlûllah ger ev ferman ji Xwedayê alêman
hatibe bi cih bîne. Ger di bin vî tiştê de
armancekî mezin heye, hûn çawa dixwazin wusa
bikin. Na ku ji bo zirar negihîje me hûn vî
biryarê didin, Wellahî ji xeynê şûr (kuştinê)
tiştekî me tuneye em bidin wan. Ew kîngê
karibûne ji me tiştekî bistînin ku niha hêvî
dikin ji me bistînin.
Useyd bi van gotinên xwe nîşan da ku Resûlê
Xwedê (s.X.l.) çi jî bike, ji nefsa wî re giran
jî were wê bipêjirîne. Nîşan da ku çiqas
girêdayîna wî ya bi Resûlûllah (s.X.l.) bihêz e.
Ji aliyêkî din jî çi hereşa wî hebe jî ji bo
Resûlûllah (s.X.l.) wê bikevê û jî tu car tawîz
nede muşrîkan.
Resûlûllah (s.X.l.) bi vî axaftina Useyd kurê
Hudeyr pirr kêfxweş bû. Eshabê li wir jî xîreta
wan pêjirand. Li ser vî yekê Resûlûllah (s.X.l.)
jî dev ji lihevhatina Gatafaniyan berda.
Uyeyne kurê Hisn û Xarîs kurê Evf bê hêvî ji wir
qetiyan û dev ji cengê berdan, fetilîn bajarê
xwe.
Useyd kurê Hudeyr, di fetha Mekkê de jî hebû. Ew
û Hz. Ebubekir (r.X.l.) li cem pêxemberê me
(s.X.l.) bûn. Di cenga Huneyn û Tebukê de jî
direfşdarê qebîleya Ewsê bû.
Pêxemberê me (s.X.l.) ji bo wî digot: “Çi
mirovek baş e”. Dengê Useyd jî pirr xweş bû.
Dema bi taybetî bi wî dengê xwe yê xweş Qur’anê
dixwend weka ku çûye alemekî din.
Şevekî di raxisteka xurmeyan de, sureta Beqerê
dixwend hespê wî yê ku li cem wî girêdayîbû rabû
ser du lingan. Hz. Useyd dev ji xwendinê berda
hesp jî rawestiya. Dîsa dest bi xwendinê kir
hesp dîsa rabû ser du lingan. Useyd dîsa dev ji
xwendinê berda hesp carekî din rawestiya. Cara
sisiyan jî Useyd Qur’ane xwend hesp dîsa rabû
ser her du lingan. Useyd dîsa dev ji xwendinê
berda hesp dîsa rawestiya. Useyd jî êdî dev ji
xwendinê berda.
Dema çû cem hespê xwe û serê xwe rakir li
asîmanê mêze kir, mat ma. Lewra li ser ciyê ku
ew tê de bû dirûvê siyê pêdixist hebû û di nav
wî siyê de jî çirayên vêxistî hebûn. Pişt re ev
ewr ber bi asîmanê çû û hinekî paşê wenda bû.
Hz. Useyd çawa sibe bû çû cem pêxemberê me
(s.X.l.) û jê re qala wî rewşê kir. Pêxemberê me
(s.X.l.) wusa got:
- Ey kurê Hudeyr tu zanî ew çi ne?
- Na, ya Resûlê Xwedê!
- Ey Useyd, ew ferîşte bûn ji bo dengê Qur’ana
te hatibûn. Wan li dengê te guhdarî dikir. Ger
te xwendina
Qur’ana Pîroz bidomandana ewê heta serê sibê li
te guhdarî bikirana. Wê mirov jî li wan mêze
bikirana. Ew ji mirovan xwe venedişartin.
Useyd kurê Hudeyr ji bo zanebûna xwe zêde bike
pirê caran heta nîvê şevê bi Resûlûllah (s.X.l.)
re diaxiviya. Heta hîn nebûya rehet nedikir.
Hz. Useyd ji xwendina Qur’ana Pîroz jî, li
guhdarîkirinê jî pirr hez dikir. Pirr dixwest ku
li pêxemberê me (s.X.l.) guhdarî bike. Di vî
gotina xwe de viya wusa vedibêje.
- Temamê xwestina min ew e, ez jiyana xwe li ser
sê rewşê derbas bikim. Û ji van rewşan qet
neqetim. Yek jê dema xwendin û li guhdarîkirina
Qur’ana Pîroz e. Yê diduyan xutba Resûlûllah
(s.X.l.) û axaftina wî, yê sisiyan jî rewşa min
a dema cenazeyekî dibînim e.
Rojekî jî bi hogirekî xwe re ji sohbeta
Resûlûllah (s.X.l.) derketin. Derve pirr tarî
bû. Gopala destê wan rêya wan ronî kir. Ji hev
ku qetiyan ronayî bû du şeq. Her yekê di
ronayiya gopala xwe de bi rê ve çû malê.
Hz. Aîşe (X.j.r.) di derbarê wî de wusa gotiye:
“Ji Ensar sê mirov hene, ji aliyê xawênê kes
negihîştiye wan. Ew her sê jî ji kurên
Ebduleşhel bûn. Se’d Kurê Muaz, Useyd kurê
Hudeyr û Ebbad kurê Bişr bû.”
Hz. Useyd di sala H. 20’an de dema xelîfetiya
Hz. Umer de rehmet kir. Nimêja wî Hz. Umer kir.
Xweda ji wan hemiyan razî be.
ÇAVKANÎ:
Îqra Îslam Ansîklopedîsî
www.ezan.gen.tr.
www.ihya.org
|