Rûpelek Ji Dîrokê: Ebû Henîfe Dînewerî
Ammar OKUR
Mizgîn/Hêjmara 48
Bi rastî bi
bakûr û başûrê xwe, bi rojhilat û rojavaya xwe,
ji çarmedorê erdnîgariya Kurdistan zanyarên
mezin derketine. Ji Amed heta Cizîr, Wan,
Erzirom, Çolemêrg, Bedlîs, Rihayê; ji Mehabad
heta Kermanşah, Hemedan, Senendaj, Dînewerê; ji
Hewlêr heta Silêmanî, Kerkûk, Qamişlo û hwd.
Ji Şêx Ehmedê Xanî heta Feqiyê Teyran, Melayê
Cizîrî, Şêx Elî Herîrî, Îbn Teymiyye, Îbn Esîr,
Alûsî û wek wan zanayên mezin.
Kurdistan, gelê Kurd piştê ku ji Zerdeştî
derbasê Ola Îslamê bûn; ji bo pêşveçûna ummet û
gelan ket nav xebatê. Xebatên bi her awayê;
cîhad, hedîs, tefsîr, tesewwûf, dîrok, bijîjkî,
sitêrknasî, derûnasî, werze, wêje, fermandarî û
hwd.
Îro, di sedsala bîst û yekemîn de, ji ber
neserxwebûniyê, bêdewletiyê, bendên li ber
dîroka Kurd hatine danîn tên zanîn. Em ji ber vî
yekê hemî zanyar û zanistên Kurdistanê, gelê
Kurd nas nakin. Lê ev rastiyekî ye ku dîrok tu
tişt -xerab be, baş be- nikare heta dawî di
rûpelên xwe de, ji me mirovan veşêre. Yan jî ger
em vî yekê berevajî bifikirin; tu kes nikare
rûpelên dîrokê tim û tim ji mirovahiyê veşêre.
Helbet ew bi awayekî dertên holê, tên pêşiya me,
mirovahiyê. Weka ku, lê binêrin, ev bûyer jî di
dîrokê de qewimiye, ev kes jî jiyaye, were gotin.
Ji ber vî rastiyê, her ku diçe em ji dîroka Kurd
û Kurdistanê navên nû hîn dibin. Her ku diçe em
ji dîroka xwe rûpelên nû dixwînin. Dîrok
zanyarên me yên bijarte nîşanê me dide, dibêje
vaye ev zanyar jî, ji dîroka we ye. Vî kesê jî
bi bîr bînin. Ev kesê bijarte jî, ji nav we
derketibû. We duh vî tiştê nizanîbû, lê îro waye
li pêş we ye. Bi vî nîşandayîna dîrokê em fam
dikin ku; dîroka me gellek fireh û mezin e, di
pêşerojê de jî, emê kesên/bûyerên cur be cur hîn
bibin.
Weka ku tê zanîn, me di hejmara Kovara Mizgîn a
sî û didu yan de, zanyarekî mezin ê Kurd û
Îslamê nas kir; Bedîuzzeman Ebû'l Îz Îbnî Îsmaîl
Îbnî Rezzaz El-Cezerî El-Kurdî. Ew di sedsala
duwanzdeh û sêzdemîn de (li gor salnameya Zayînî)
jiyabû. Niha jî emê ji zanyarên mezin ên Kurd û
Îslamê yekê din bidin nasîn.
Ebû Henîfe Dînewerî, ji Rojhilata Kurdistanê, ji
bajarê Dînewerê ye. Ew di sedsala nehemîn de
jiyaye. Ango sêsed-çarsed sal berê El-Cezerî
El-Kurdî.
Dîroknas, reheknas, zanayê lajwerdê, werzek (werzêr),
sitêrknas, endazyarê pêşesaziyê, ajalnas û
zimannasê mezin, zanayê mezin Ebû Henîfe… Di nav
Kurdên ku pêşketine de yê herî pêşketî, li ser
erdnîgariya Îslamê heta wî demê alimê mezin ku
derketiye Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye. Di her
xwendevanên ku nivîsên Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî
dixwîne de, ji bo firehiya zanînê wî heyirînek
sihêm çêdibe. Wek gellek hemdemên xwe, Ebû
Henîfe ne li gor demekî an komekî, li gor hemî
serdeman û wusa mirovekî ye ku aîdê hemî gelên
dinyayê ye. Di nav nivîskaran de, yekem wî ji bo
rehekên Kurdistanê navên Kurdî bikar aniye.
Ji bo Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî Erkdarê
Perwerdehiya Zanîngeha Harwardê ya Ziman û
Şaristaniyên Rojhilata Nêz; Mehrdad R. Izady
vana dibêje.
Navê wî yê tam Ebû Henîfe Ehmed k. Dawûd k.
Venend e. Ji ber ku kesên jiyana Ebû Henîfe
nivîsandine li ser dîroka zayîna wî nerawestine,
dîroka zayîna wî tam nayê zanîn. Lê li gor
Rojnameya Zayînî, wek di salên 820’an de li
Dînewer hatiye dinê, tê pejirandin. Li gor
zanyarê mezin Yaqût el-Hamewî jiyan jidestdayîna
Ebû Henîfe (bi Rojnameya Koçî) 26’ê
Cemaziyulevvel sala 282 roja Sêşemê ye. Yaqût
el-Hamewî gotiye min viya li ser pirtûka Ebû
Henîfe ya en-Nebatê dîtiye. Lê îro jiyan
jidestdayîna wî jî di 24’ê Tîrmehê sala 896’an
de li Dînewerê tê zanîn û wusa tê pejirandin.
Ebû Henîfe Dînewerî li Dînewerê hatiye dinê. Wî
demê Dînewer bajarek bû (Îro di dewsa bajarê
Dînewer de gundê Şêrkan heye). Ji Dînewerê xeynê
Ebû Henîfe Dînewerî pirr kesên zanyar derketine;
Hafizê Hedîsan Ebdullah k. Muhemmed Wehb k. Bîşr
k. Salih k. Hemdan Ebû Muhemmed Dînewerî, Ebû
Elî el-Huseyn k. Elî, Ebû Bekir k. El-Ce’abî,
Ettab k. Muhemmed Ettab el-Weramînî el-Hafiz,
Yûsif k. El-Qasım el-Miyand û Ubeydullah k. Seîd
el-Burucurdî ji zanyarên Dînewerê ne.
Ebû Henîfe Dînewerî, yekem heyama xwe ya
perwerdehiyê li Dînewerê derbas dike. Lê ne di
alî zanyarên hemdemî de, ne jî di alî îlma ku
dixwendin de tiştekî bi dest naxe. Ebû Henîfe
Dînewerî, li bajarê Îsfehanê perwerdehiya
sitêrknasî, werze û mekanîkê digre. Li bajarên
Kûfe û Besrayê jî, perwerdehiya zimannasî û
helbestê dibîne.
Pêwendiya tiştên ku di alî kesayetiya wî de tên
gotin, bi heyama wî ya beriya şagirtiyê heye. Ev
pêwendiya herî girîng, bingehên ziman û fêrên
xwe ji hevoknasê navdarê Kûfeyê, ji bavê Îbn
es-Sîkkît, girtibû. Piştê mirina bavê es-Sîkkît
jî, fêrên xwe ji es-Sîkkît digre. Yaqût wusa
dibêje: “Ebû Henîfe Dînewerî zanehiyê xwe ji
zanyarên Besrayê û ji yê Kûfeyê girtiye. Pirê
zanayiyan hîn bibû jî, ji es-Sîkkît hîn bûye.”
Li gor agahiyên Daîretul-mearîf’ul Îslamiyye,
Ebû Henîfe Dînewerî di sala heşsed û çil û nehan
de (849 Z.), ji bo dîdevaniya sitêrkan, li
Îsfahanê maye. Û diyar bûye ku berhema wî ya bi
navê Kîtab er-Redd ela Resad el-Îsfehanî (Pûçkirina
Nêrînên Astronomiyên el-Îsfahanî) jî encama
xebatên wî yên Îsfehanê ye. Misoger di wî heyamê
de, di destpêka asta mamostetiyê de bûye. Li gor
jînenîgariya wî, piştê nêrînên xwe yên Îsfehanê
vegeriyaye Dînewerê. Di encamê de jî piştê
vegerîna Dînewerê, perwerdehiya ku xwestiye, li
wir neditiye û çûye ber bi Kûfe û Besrayê.
Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî dixwest ku him
çavkaniyên wî yên îlmî him jî yên çandî cuda
bin. Di perwerdehiya xwe de, him jî rêçika xwe
ya danzanînê de zarveyê zanayê mezin el-Kindî
dikir. Yaqût el-Hemevanî di derbarê mezinahî û
firehiya zanehiya Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî de
vana gotiye: “Ew belaxatnas, ferhengnas,
endazyar (zanayê geometrî), sitêrknas, werzêr û
ravî bû, him jî di rîvayetên hedîsan de kesekî
ewledar bû.” Jînenîgariya wî ya di pirtûka
“Daîretul-mearif’ul Îslamiyye” de, di derbarê vî
mijarê de vana nivîsandiye: “Nivîsên Wî yên di
qada wêjeyê de, di teherê Cahiz de bû ku, bi wî
re hevaltî kiribûn. Agahdarkirin û şakirinê bi
hev re didan.” Ev yek Cahiz û Ebû Henîfe Ehmed
Dînewerî nêzê hev dike.
Ebû Heyyan jî di pirtûka xwe ya Tehcîru’l Cahiz
de bûyerekî wusa rîwayet dike: “Min ji Ebû
Muhemmed el-Endulusî (Ebdullah k. Hamûd
ez-Zebidî) re got ku; hevalên me, di sohbetekî
Ebû Seîd es-Sirafî de, di derbarê fesahata (hunera
peyvên xweş gotinê) Cahiz û Ebû Henîfe Ehmed
Dînewerî de nêrînên ji hev cuda derketine holê.
Û gotine ku emê biryara te ya di derbarê vî
mijarê de bipejirînin. Tuyê di vî babetê de çi
bibêjî?” Wusa bersiv da: “Ez di derbarê wan her
du kesan de biryar girtinê re, him dijê wan be
him ne dijê wan be jî, xwe biçûk dibînim.” Li
ser vî yekê min got: “Divê tu di derbarê vî
mijarê de tiştekî bibêjî”. Wî jî got: “Koçeriya
Ebû Henîfe zêde ye. Ebû Osman el-Cahiz jî di
henekkirinê de jêhatî ye. Wateya peyvên Ebû
Osman dibêje ji nefsê re xweş, ji guh re jî bi
aram tê. Peyvên Ebû Henîfe jî, bêtir vekirî û
balkêş in, li şêwazên Erebî jî bêtir tê.”
Ebû Hayan xeynê vana wusa nivîsandiye: “Min di
nav kesên heta îro hatine de, ji xeynê sê kesê
nedîtiye ku; heta Xweda Teala destûra kambaxbûna
dinê bide û heta ku dinya berdewam bike, ger cin
û mirovan dev ji pesnkirin û methkirina wan û
heta ku dev ji gotinên li sinca wan, zanehiyên
wan û rîsaleyên wan tê bernedin, evana wê ev
taybetiyên xwe wenda nekin. Ez ji viya bawer
dikim, Ez viya hîs dikim û parêzerê vî fikrê me.”
Dema em li dîrokê dinêrin, dîrok vî tiştê nîşanê
me dide: Raborî ew qas zelal nîn e. Ji ber vî
yekê jî, em di derbarê jiyana zanyaran de, baş
xwedî agahî nîn in. Sedema viya jî, di dîrokê de
bi taybetî li ser berhemên zanyaran dihatin
rawestan, ne ya jiyana wan. Ji bo Ebû Henîfe
Dînewerî jî ev rastî tê hemberê me. Îro em di
alî jiyana wî de, xeynê rîwayetan tu tişt
nizanin. Ebû Henîfe Dînewerî ji ber ku di gellek
qadan de xebatên bêhempa çêkiriye, him îro, him
jî di dema xwe de bi berhemên xwe dihat zanîn.
Kesên ku bi jêgirtinên ji berhemên Ebû Henîfe
Dînewerî sûd girtine jî, li ser jiyana Ebû
Henîfe Dînewerî ranewestiyane.
Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ji sitêrknasiyê heta
reheknasî, ji zimannasiyê heta werze di gellek
mijaran de berheman daye. Tiştên ku em di
derbarê jiyana wî de dizanin jî bi piranî ji nav
berhemên wî nivîsandiye hatine derxistin. Lê ev
berhemên wî bi giştî negihîştine roja me. Helbet
sedema negihîştina wan pirr in. Lê ji vana yek
heye ku, ev sedema mezin e.
Her çiqas îro em, bi nêrînekî baş li berhemên
Ebû Henîfe Dînewerî binêrin jî; di dema xwe de
ev wusa nebû. Di dema Ebû Henîfe Dînewerî de,
sazûmana serwer, ya Ereban bû û berhemên ku
dihatin nivîsîn jî, divê pesnê Ereban bida. Rast
be nerast be divê wusa bihata nivîsîn. Berhemên
ku wusa nedihat nivîsîn, ji alî sazûmanê tu nirx
nedidît û dihat vederkirin. Li hember berhemên
Ebû Henîfe Dînewerî jî ev rastî hebûn.
Nivîskar Lewîn sedema viya wusa dide zanîn: “Ebû
Henîfe Dînewerî ji ber ku dîrokê bi awayekî
rasterast nivîsandibû, ji ber ku bi nêrînekî
zanistî û bi nêrîna gelên Îranî – ku gelê Kurd
jî duwem şaxa wî ya mezin e- di pirtûka xwe ya
Exbar et-Tîwal (Dîroka Giştî yan jî Dîroka Ebû
Henîfe) de (îro bi navê Îslam Tarîhî ji alî
“Ragihandina Hîvda” yê hatiye çapkirin), li
dîrokê mêze kiribû; berhemên wî ji alî sazûmana
serwer (Ereban) hatibûn vederkirin. Sazûmana
serwer tu nirx nedabûn berhemên Wî; bi taybetî
Exbar et-Tîwal bi gelemperî jî hemî berhemên Wî.
Bi vî yekê jî nemane û Ebû Henîfe Dînewerî, wek
şa’ûbiyye ango neteweperest, nijadperest dîtine
û bi ziman xistine.
Bi vî awayê berhema wî ya Exbar et-Tîwal, tevlî
naveroka xwe ya zanistî û wêjeyî ji alî sazûmana
serwer nehatibû pejirandin. Lewra dîrok ji alî
Ebû Henîfe Dînewerî, bi nêrînekî Îranî (Aryenî)
hatibû nivîsîn”.
Mehrdad R. Izady jî vî rewşê wusa tîne ziman:
“Ev nêzikbûyîna dîroka Ebû Henîfe Dînewerî ya bi
zanistî, wek zarokek mirî ji dayik bibe bû.”
Ji alî sazûmanan çi bê kirin bila were kirin,
dîsa dîrokzan û nivîskar –ên mîrata Ebû Henîfe
Dînewerî girtine-, weka Ebû Henîfe nivîsên xwe
bi rengekî zanistî dinivîsin û didin weşandin.
Ev sazûman jî nikarin wan û nivîsên wan ji holê
rakin; çawa ku berhema Ebû Henîfe Dînewerî ya
Exbar et-Tîwal ji holê nehatibe rakirin. Her
çiqas berhema Ebû Henîfe Dînewerî ji alî
sazûmana serwer a Ereban ve tu qiymet nedîbe û
nehatibe pejirandin jî, ji holê ranebûye. Him ji
berhemên Ebû Henîfe Dînewerî bi tenê, Exbar
et-Tîwal bi giştî gihîştiye roja me. Bi vî
qedexekirina wan, berhemên bi vî rengê ji alî
zanistên hemdemî baştir tên parastin û
pejirandin.
Berhemên Ebû Henîfe Dînewerî
Ensab el-Ekrad (Bavkalên Kurdan); Ebû Henîfe
Ehmed Dînewerî weka ku zanîstên hemdemê xwe, ne
zanistek gelekî ye, zanistek komekî ye. Ew
zanîstê hemî gelan û hemî deman e. Ew
kesayetiyekî seranserê dinyayê ye. Lê hewce ye
kesayeta wî ya Kurd neyê ji bîr kirin. Lêkolîna
wî ya yekemîn li ser “Bavkalên Kurdan” (Ensab
el-Ekrad) e.
Kîtab en-Nebat (Pirtûka Flora); Ev pirtûk di
qada xwe de bêhempa ye. Pirtûkek bi vî rengê
nehatiye nivîsîn. Lê ev pirtûk wenda bûye û
negihîştiye roja me. Îro em bi saya jêgirtinên
Îbn-î Sîna û Îbn-ûl Baytarê ji pirtûka Kîtab
en-Nebat haydar in. Ev pirtûka Ebû Henîfe her
çiqas weka hevşêwe yên xwe be jî, qada mijara wê
ji hevşêwe yên xwe mezintir e. Ev berhema Ebû
Henîfe rehekên ku helbestvanên kevnar di
helbestên xwe de bikar anîne dikolîne. Armanca
nivîsandina vî pirtûkê di derbarê wan rehekan de
daxuyandin û agahdarkirin e. Pirtûka Kîtab
en-Nebat ji şeş bergan pêk tê. Pirtûk xwedî
naverokekî mezin e. Di naveroka pirtûkê de ji
rehek û polandina wana morfolojîk, ji hîdrolojî
(zanistiya avê) û morfolojiya axê, heta
bikaranîna rehekan ya di wêjeya helbestî de,
gellek tişt tê de hene. Xeynê viya ev pirtûk
şîroveyên li ser mekanîka firne (kûre) yên
teqînok (peqyayî) û lajwerdiyê jî di nav xwe de
dihewîne.
Taybetiyek din a vî pirtûkê jî heye. Mijara
pirtûkê bi gelemperî kîjan rehek li ku şîn dibe,
ji bo şînbûna wî çi pêwîst e; him rehekên li ser
axa Ereban şîn dibin, him rehekên li ser axên
din şîn dibin. Ji van axan yek jî Kurdistan e.
Ebû Henîfe Dînewerî di vî berhema xwe de,
rehekên ku li Kurdistanê jî şîn dibin, xistiye
nav mijara pirtûka Kîtab en-Nebat. Ji bo rehekên
Kurdistanê jî, navên Kurdî bi kar aniye. Di
dîrokê de, yekem wî ji bo rehekên Kurdistanê,
axa Kurd, navên Kurdî bikar aniye. Weka me got,
em bi saya jêgirtinên Îbn-î Sîna û Îbn-ûl Baytar
ji vî pirtûkê haydar in. Ev berhem negihîştiye
dema me. Lê ji ber ku ev pirtûk di dema xwe de
bêhempa bûye, gellek zanyar bi jêgirtinan, di
berhemên xwe de cih dane naveroka vî pirtûkê.
Muhemmed Hemîdullah di vî warê de, li ser
berhemên Ebû Henîfe Dînewerî pirr sekiniye. Ji
bo wergera Exbarû’t Tîwal a bi zimanê Ûrdûyî, li
Pakîstanê pêşgotinekî nivîsiye. Birêz Hemîdullah
ne bi tenê viya, nemaze li ser berhevkirina
Kîtab en-Nebat ketiye nav lêkolînan. Birêz
Hemîdullah ev lêkolînên xwe wusa tîne ziman:
“Di jiyana min de, demek hebû ku, di wî de, ne
bi salan karekî min ne jî hevalekî ez pê re
bipeyivim hebû. Li pirtûkxaneya Parîsê serê sibê
yekem ez diketim hundir, êvarê jî dawî ez
derdiketim derve. Li wir pirtûkxanevanê
-Dibistana Zimanên Rojhilatê-, ji bo ku ez roja
yekşemê jî bikevim hundir mifteyê dabû min.
Lîsan-ûl Ereb bîst berg e. Tac’ûl-Arûs deh, el
Mûhassas a Îbn Sîde hevdeh, ya Îbn’ûl Baytar çar
berg e. Li Londonê ya el-Ezherî, li Oksfordê
ferhengên mezinên Îbn Semecûn, li Stenbolê jî
destnivîsên Mûhkem û Ûbab hene. Rûpelên ji vana
her yek jî bi hezaran in. Min her bêje û hevokên
van ferhengan, weka din destnivîsan an jî yên
çapkirî xwend. Dema ez rastê tomarêk ê Ebû
Henîfe Dînewerî dihatim, min wî li ser kaxizekî
cuda dinivîsand. Helbet di gellek berheman de
hin nivîs dubare dibûn. Min wana jî girt bi rêk
û pêk kir û yên wek hev min avêt. Di dawî de, li
ba min di derbarê Kîtab en-Nebat de ji du hezar
(2000) zêdetir rûpel kom bibûn. Min wana jî girt
piçek be jî bi rêk û pêk kir. ”
El-Fesahet (Pirtûka Retorîkan); Ebû Henîfe
Dînewerî di vî pirtûka xwe de, bi gelemperî li
ser wateya peyva “Fesahet”ê rawestiye.
Kîtab el-Enwa (Pirtûka li ser Hewayê); Ev pirtûk
ji alî gellek kesan hatiye pesinandin. Ji wan
kesan yek jî Yaqût el-Hamewî ye. Yaqût el-Hamewî
di derbarê vî pirtûkê de vana gotiye: “Gotinên
Ebû Henîfe Dînewerî yên di pirtûka wî ya El-Enwa
yê de, firehî û zanayiya wî ya ji alî bûyerên di
qatên asîmanan de, zanistiya sitêrkan, nepeniyên
valahiyê (sirrên fezayê) nîşanê me dide.” Katib
Çelebî jî di pirtûka xwe ya bi navê Keşf-uz
Zunûn de, pesinandinên bi vî rengê dide pirtûka
Ebû Henîfe Dînewerî. Wekê din El-Bîrûnî jî –ku
ew di alî lêkolînên valahi (feza) yê de
zanistekî mezin e- pesnê pirtûka Ebû Henîfe
Dînewerî dide.
Kîtab el-Qible we-z Zewal (Pirtûka li ser Rewşa
Sitêrkan); Ev pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî
pirsgirêkên alî sitêrknasiyê di nav xwe de
dihewîne. Xeynê viya ev pirtûk li ser girîngiya
nîşankirina Qibleyê jî radiweste. Ev ji bo
kirina nimêjên ferz mijarekî pêwîst e.
Kîtabû hîsabi-d Dewr (Pirtûka Hesabê); Mijara vî
pirtûkê, dabeşandin (parvekirin) û belavkirina
mîratê li gor darazên Şerîetê ye.
Kîtab er-Redd ala Rasad el-Îsfahanî (Pûçkirina
Nêrînên Astronomî yê el-Îsfahanî); Ev pirtûk di
derbarê dîdevaniyê de, cudatiya ramanên navbera
Ebû Henîfe Dînewerî û El-Îsfahanî dihewîne. Ebû
Henîfe Dînewerî ev berhema xwe, li gor rîwayetan,
li bajarê Îsfahanê nivîsiye. Ebû Henîfe Dînewerî,
li bajarê xwe, li Dînewerê jî dîdexaneyekî (rasadxaneyekî)
vedike. Sitêrknasê navdar Ebdurrehman Sufî
Şîrazî, pêncî sal piştê mirina Ebû Henîfe
Dînewerî çûye Dînewerê û dîdexaneya Ebû Henîfe
Dînewerî dîtiye. Dema diçe bajarê Dînewerê
dibîne ku ev dîdexane ji alî şagirtên Ebû Henîfe
Dînewerî tê bikaranîn. Şîrazî di derbarê vî
pirtûka Ebû Henîfe Dînewerî de vana tîne ziman:
“Ev berhem di qada xwe de, baştirîn e.”
Ev dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî du sed sal tê
bikaranîn. Dema êrîşên Moxolên hov destpê dike,
ji Dînewerê jî derbas dibin. Dema tên Dînewerê
tevlî bajar, dîdexaneya Ebû Henîfe Dînewerî jî
xera dikin.
Kîtab-ûl Bahs fî Hîsab-îl Hînd (Helsenga Hîsaba
Hînd); Ebû Henîfe Dînewerî girîngî daye werzê.
Ev pirtûk jî nîşana girîngiya li ser werzê ye,
bi taybetî jî werzeya Hînd e.
Kîtabû fî Tefsîr-îl Qur’an (Şîroveya Qur’anê);
Ebû Hayan et-Tewhîdî bi siparteyê rîwayetên hin
zanyaran, nîşanê vî berhemê kiriye. Gotiye ku ev
berhem, ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî yên
mezin e û nîşan daye ji sêzdeh cuz an ji sêzdeh
bergan pêk tê.
Ebû Henîfe Dînewerî di gellek qadan de, gellek
berhem nivîsiye. Ev berhemên ku, me di derbarê
wan de agahî dan, beşekî ji berhemên Wî ne.
Ebû Henîfe Dînewerî bi rastî jî zanistekî
seranser e. Ew di dema xwe de, rêya nivîsîna
“Rastiyan” (her çiqas bend li hember mirov hebin
jî, dixwaze ji alî sazûmanên serwer neyê
pejirandin û xwendin) nîşanê me daye. Ebû Henîfe
Dînewerî di vî warê de, berpirsiyarê dema xwe bû.
Îro jî di vî warê de, berpirsiyarên sedsala bîst
û yekemîn, nivîskarên nivîsên xwe bi zanistî (yanî
divê çawa bê nivîsîn) dinivîsin. Ev nivîskar
divê mîrata Ebû Henîfe Dînewerî hilbigrin û bi
vî awayê bimeşin.
Ji berhemên Ebû Henîfe Dînewerî nivîsiye yên tên
zanîn ev in;
1. Ensab el-Ekrad (Bavkalên Kurdan)
2. Kîtab el-Cebr ve-l Muqabele (Pirtûka Cebir),
3. Kîtab en-Nebat (Pirtûka Flora),
4. Kîtab el-Kusûf (Pirtûka li ser Rojê),
5. Kîtab er-Redd ala Resad el-Îsfahanî (Pûçkirina
Nêrînên Astronomî yê Îsfahanî),
6. Kîtab el-Hîsab (Pirtûka Hîsabê),
7. Behs fî Hîsab el-Hind (Helsenga Hesaba Hîndê),
8. Kîtab el-Cem we-t Tefrîk (“Pirtûka Arîtmetîkê),
9. Kîtab el-Qible we-z Zewal (Pirtûka li ser
Rewşa Sitêrkan),
10. Kîtab el-Enwa (Pirtûka li ser Hevayê),
11. Îslah el-Mentîq (Pêşxistina Mantiqê),
12. El-Exbar et-Tîwal (Dîroka Giştî, Dîroka Ebû
Henîfe),
13. Kîtab el-Kebîr (Pirtûka Mezin a li ser
Dîroka Zanistê),
14. Kîtab el-Fesaha (Pirtûka Retorîkan),
15. Kîtab el-Bûldan (Pirtûka Erdnîgariyê),
16. Kîtab eş-Şîîr we-ş Şuera (Pirtûka Helbest û
Helbestvanan),
17. Kîtabû fî Tefsîrî-l Qur’an (Şîroveya Qur’anê).
Di encamê de, dîsa em dibêjin, bila rihê te şad
be, dilê te her dem geş be. Lewra îro, ew mîrata
te ya pîroz me hilgirtiye û qet danaynin. Her
çiqas zor û zehmetî hebe jî, her çiqas werin
qedexekirin jî…a
Çavkanî:
- “Îslam Tarîhî” Ebû Henîfe Dînewerî (Ragihandina
Hîvdayê, Çapa Yekem, 2007 Stenbol)
- www.diyarname.com
|