Li Hember Kifrê Berxwedanek Dîrokî;
Hz. Asiye
Berfin YETİŞİR
Mizgîn/Hêjmara 53
Leqeba
Hz.Yaqûp Îsraîl bû. Ji kurên Hz.Yaqûp re, ku
donzdeh kurên wî hebûn, Qur’an dibê ‘Benî Îsraîl’.
Di dema Hz.Yûsûf de, Hz.Yaqûp û malbata xwe
hatibûn Misrê û malên xwe li wî welatê çêkiribûn.
Êdî li wir bicih bibûn û heta dema Hz. Mûsa jî
li wir jiyabûn.
Dem derbas bibû û Hz.Yûsûf rehmet kiribû. Ji ber
vî yekê desthilatdariya wî jî li vî welatê
qediyabû. Li dû Hz.Yûsûf êdî mirov, hedî hêdî ji
ola Xwedê dûr diketin.
Piştê ku mirov rêya Tewhîdê berdan, ji ber ku ji
rêya rast veqetiyan êdî ola pûtperestiyê wan
dorpêç kir. Ji bo mirovahiyê jiyanek li gor vî
olê destpê kir.
Dema ku Hz.Yûsûf dijiya û li desthilatdariyê bû,
dema desthilatdariya Tewhîdê bû. Lê piştê ku
Tewhîd ji desthilatdariyê hat xwarê, êdî zalim
hatin desthilatdariyê û dem bû dema zilmê. Em
dizanin ku gava mirov li gor fermanên Rebbê
aleman nejîn û fermanên Xwedê ji nav wan
derkevin edî zilm û zordestî destpê dikê. Em vî
rastiyê, di wî demê de jî dibînin. Lewra piştê
Hz.Yûsûf gelê Misrê gellek guherîbûn, dev ji ola
Xwedê berdabûn û çûbûn ser dînê pûtperestan. Him
seneman dihebandin, him jî siterkan wek Rebb
dihesibandin û wan jî dihebandin. Xeynê vana,
Fîr’ewnê wî demê jî xwe wek Xwedayê wî gelê
didît û bi gelê xwe jî xwe wusa dida pejirandin.
Fîr’ewn di vî warê de wusa pêşve çûbû ku mirovek
dema Rebbitiya wî nepejiranda, zilmekî mezin li
wî mirovê dikir û wî ji pirê tiştan mehrûm
dihîşt. Carna wî mirovê heps dikir, ji
xwarin-vexwarin û hwd. mehrûm dikir. Carna jî
zilma xwe zêdetir dikir û wî mirovê dikuşt.
Erê, mirovek wusa li Misrê, li desthilatdariyê
bû, keyê vî welatê bû. Lê bihesibînin ku mirovek
wusa li ser mirovan serdest be û rêvebir di
destê wî û leşkerên wî de be, wê çi bike,
mirovan çawa karbigerîne. Erê rêvebira Fir’ewn
jî li gor fikr û ramanên wî bû. Lewra li ser
gelê Misrê zilm û zordestiyek gellek mezin hebû.
Di wî demê de ji gele Misrê re “Qibtî” digotin
ji gelê Beni Îsraîlê re jî “Sebtî”digotin. Di wî
demê de him gelê niştecih ê Misrê him jî gelê
Îsraîlê di bin rêvebirê Fîr’ewnê wî demê de bûn.
Fîr’ewnê wî demê bi zilm û zordestiya xwe navdar
bû. Lê mixabin zilma Fîr’ewn bi piranî li ser
Sebtiyan bû. Lewra gelê Îsraîlê niştecihê Misrî
nebûn û ji alî Fîr’ewn hatibûn bindestkirin.
Gelê Îsraîlê piştê Hz. Yûsûf bibûn wek kolê gelê
Misrê. Him Fîr’ewn û malbata xwe û him jî
Qibtiyên din li ser Sebtiyan serdestî dikirin û
hemî karên xwe bi Sebtiyan dikirin. Kar û barên
Qibtiyan hemî li ser milê Sebtiyan bû. Mixabin
Sebtiyan li hember van xebatan tu tiştekî jî
nedisendin. Him hemî karên wan dikirin him jî di
ser de pirê caran heqaret û kutan jî dixwarin.
Sebtî, ji çar alî de di bin zilma Qibtiyan da
bûn û êdî bêçare serdestiya gelê Misrê
dipejirandin.
Lê Rebbê aleman ji her tişt haydar e û zilm û
neheqiya li ser mirovan tu car napejirîne. Hêz û
dewlemendiya Fîr’ewn û gelê wî, wan ji serî
derxistibû. Fîr’ewn ji desthilatdarî û hebûna
xwe rû digirt û bi saya dewlemendiya xwe bixwe
ewle bû. Lê bêguman Xwedayê aleman ji her tiştî
agahdar bû û hêza Wî li ser hemî dewlemendiyan
bû. Ji ber vî yekê gelê Îsraîlê jî, ji Rebbê
aleman qet hêviya xwe nebirîbûn. Lewra ew jî
zanîbûn ku Xwedayê aleman Hekîm e û mafên tu
kesê ji kesekî re nahêle. Rebbê aleman mafê
Îsraîliyan jî wê nehiştana ku jixwe nehişt jî.
Şevekî Fîr’ewnê zalim xewnekî dibîne. Dibîne ku
ji welatê Qudsê agirekî mezin tê ser Misrê û
hemî malên Qibtiyan dişewitîne. Piştê
şewitandina malên Qibtiyan agir ev car jî tê ser
qesra wî û qesra wî jî dişewitîne. Lê vî agirê
ku tê bi ser wan de û wan dişewitîne tu zirarekî
nade Sebtiyan.
Fîr’ewn ji xewnê bitirs û lerz radibe û dikeve
nav ramanên giran. Xwe bi xwe dibê gelo şîrova
vî xewnê çi be? Ji ber ku pirr ditirse û şîrova
xewnê meraq dike çawa dibe serê sibê gazî hemî
alim, zana û efsûnkerên wî demê dikê û xewna xwe
bi wan dide şîrovekirin. Zana û efsûnkerên wî
demê qasê demekî difikirin û pişt re xewna
Fîr’ewn wusa şîrove dikin û dibên: “Li gor
agahiyên me di pêşerojê de ji kurên Îsraîlê yek
wê were dinê, te têk bibe, texta te ji te
bistîne, hakîmiyeta xwe çêke û olê jî biguherîne.”
Li ser vî şîrova xewnê, Fîr’ewn yek car har dibe
û bi gelê Îsraîlê dikeve. Ji bo ku text û
dewlemendiya xwe biparêze, li hember Îsraîliyan
çareseriyekî diramîne. Piştê vî ramîna xwe ya
bêxer biryarekî dide û qet dem wenda nake vî
biryara xwe ya bêhempa(!) dineritîne. Li gor
biryara Fîr’ewn wê hemî zarokên Sebtî yên law wê
werin kuştin. Fîr’ewn bi vî awayê dixwaze xetera
ku li pêşiya wî ye asteng bike. Û ji vî xeterê
xelas bibe.
Fîr’ewn jibo vî biryara wî bicih bînin ferman
dide leşkerên xwe. Piştê vî fermana Fîr’ewn,
zarokên Îsraîliyên law, ji alî fermandarê wî
Haman û leşkerên wî yek bi yek tên pêdandin û
tên kuştin.
Di Qur’ana Pîroz de heta vî mijarê jî qala Hz.
Asiye nayê kirin. Piştî ku qala Hz. Musa tê
kirin ji wî demê pêde êdî qala Hz.Asiyê jî tê
kirin.
Hz. Asiye pîreka Fîr’ewnê zalim e. Ew jî weka
Fîr’ewn xwediyê dewlemendiyekî gellek mezin e.
Ew ji ber ku pîreka Fîr’ewn e keybanûya welatê
Misrê ye. Ji ber vî yekê di wî demê de ji hemî
pîrekên din bilindtir û bihêztir e. Hz. Asiye ji
alî Fîr’ewn jî pirr tê hezkirin. Ji ber ku
Fîr’ewn ji Hz. Asiye gellek hez dikir pirê caran
li gor daxwazên Asiyê tevdigeriya û dilê wê
nedişikand. Qedr û nirxa wê pirr zanîbû.
Hz. Asiye pîrekek dilnerm û birehm bû. Lê
mixabin ew çiqas dilnerm û birehm bûna, Fîr’ewn
jî ew qas bêrehm û zalim bû. Ji ber vî yekê gava
Fîr’ewn bihêrs bûna li tu kesê guhdarî nedikir û
tenê li gor daxwazên xwe tevdigeriya. Ji ber vî
yekê dema Fîr’ewn zarokên Îsraîlê didan kuştin
Asiye di vî mijarê de nikarîbû bibûna asteng.
Lewra di vî warê de sûd û berjewendiyên Fîr’ewn
li holê bûn. Ji ber vî yekê bêderfet bû ku
guhdariya yekê din bike.
Dema zarokên Îsraîlê dihatin kuştin diya Hz.
Mûsa jî bi Hz. Mûsa ducanî bû. Û edî hindik mabû
ku Hz. Mûsa were dinê. Ji ber vî yekê diya Hz.
Mûsa pir ditirsiya. Lewra Fîr’ewn hemî zarokên
wanên lawîn dida kuştin. Ditirsiya ku zarokê wî
yê ku Xwedê bidê law be û Fîr’ewnê zalim jî wî
bide kuştin.
Demekî paşê Hz. Mûsa hat dinê. Lê diya Mûsa pirr
ditirsiya ku zarokê wî jî were kuştin. Di wî
demê de Rebbê aleman îlham kir dilê diya Hz.
Mûsa ku zarokê xwe bike nav sindoqekî û wî berde
çemê Nîlê. Ku ev mijar di Qur’ana Pîroz de jî
wusa derbas dibe: “Me li bal diya Mûsa da (aha)
niqandiye; ‘Tu wî (zarokê) bimijîne. Gava (tu ji
kuştina wî) tirsiyayî, êdî tu wî bêtirs û
bêmirûz bavêje nava avê. Metirse, xemgin mebe.
Emê wî disa bidin te û Emê wî bikin pêxember.” (Qesas,
7)
Li ser vî yekê diya Hz. Mûsa tiştê ku Xweda jê
re ilham kiribû bi cih anî û di nava sindoqekî
de wî avet avê. Sindoqa ku Hz. Mûsa tê de bû bi
destûra Xwedê rast çû qesra Fîr’ewn û ji alî
xulamên Asiyê hat dîtin. Xulamên Hz. Asiyê gava
mêze kirin bebikek lawîn e wî anîn cem Hz. Asiye.
Dema Asiyê vî zarokê dît hezkirinek mezin ket
nav dilê wê.
Hz. Asiye fam kiribû ku ev zarok, zarokê
Sebtiyan e û ji ber ku ney kuştin, wî avêtine
avê, xwestine wî bi vî awayê ji kuştinê xelas
bikin. Dema Asiye Hz. Mûsa dît pirr jê hez kir û
xwest ku ji xwe re xwedî bike. Ji ber vî yekê çû
cem Fîr’ewn û jê re vî daxwaza xwe got. Axaftina
Asiyê di Qur’ana Pîroz de wusa derbas dibe:
“Pîreka Fîr’ewn; çavên me herduyan jî rohnî be.
Wî nekujin, belkî sûdekî bide me, yan jî em wî
ji xwe re bikin zarokê xwe”… (Qesas, 9)
Ji ber ku Asiye ji Fîr’ewn destûra bexşandina vî
zarokê xwest, êdî Fîr’ewn dengê xwe nekir û
bêdil Mûsa neda kuştin. Û destûr da ku Mûsa li
cem Asiyê di qesra wî de bimîne û bijî. Hz. Mûsa
pêşî bi destûra Xwedê dawî jî bi wesîla Asiyê ji
kuştinê xelas bibû. Ji wî demê pêde êdî Mûsa di
bin parastina Asiyê de di qesra Fîr’ewn de wek
mîrzayekî dijiya.
Lê Fîr’ewn ji vî zarokê Sebtî qet hez nedikir.
Ji destê wî bihatana wê di carekî de wî bikuşta
yan jî bida kuştin. Tenê jibo xatirê Asiyê
deyaxê Mûsa dikir û je rê dengê xwe nedikir.
Tê ragihandin ku rojekî hêj Mûsa biçûk bû di nav
qesrê de dileyîst. Di destê wî de jî darekî hebû.
Di wî demê de jî Fîr’ewn li ser texta xwe bi
quretî rûniştîbû. Hema Hz. Mûsa darê ku di destê
wî de bû helanî û li ortê serê Fîr’ewn xist. Li
ser vî yekê Fîr’ewn gellek bihêrs rabû û bi ser
Mûsa de kir qêrîn û got: “Welleh zarokê ku di
pêşerojê de wê min ji textê min bike ev e, divê
ez wî bikujim.” Li ser vî bûyerê Hz. Asiye bazda
hat û Hz. Mûsa ji nav destê Fîr’ewn xelas kir û
got: “Tu dibêjî çi? Ev hêj zarokek pirr biçûk e.
Ji ber vî yekê fam nake û nizane çi dike. Tu
çawa wî dikujî?” Hz. Asiye çi kir jî Fîr’ewn jê
bawer nekir ku Mûsa ji ber ku zarok e wusa
tevgeriyaye. Pişt re Hz. Asiye got: “Tu bawer
nakî tasekî tije agir û tasekî jî tije zêr û zîv
bînê tuyê bibînî ku wê ji ber zarokatiya xwe
agirê hilbijêre.” Pişt re xulamên Fîr’ewn tasekî
agir û tasekî jî zer û zîv anîn danîn ber Mûsa.
Mûsa hema mabû ku destê xwe davêt tasa ji zêra,
wî demê ferîşte Cebraîl hat û destê Mûsa avêt
tasa agir. Mûsa agir helanî û avêt devê xwe. Li
ser vî yeke Asiyê got: “Te dît, min ji te re
negot ev hêj zarok e û nizane çi dike.”
Hz. Asiye li hemberê Fîr’ewn her dem li pişta Hz
Mûsa bû û wî jî zirarên Fîr’ewn diparast. Bi vî
awayê Hz. Mûsa di bin parastin û perwerdehiya
Hz. Asiye de di qesra Fîr’ewn de mezin dibû. Sal
derbas dibûn û Mûsa di qesra Fîr’ewn de mezin
bibû.
Dû salên dirêj ku Hz. Mûsa ji alî Rebbê aleman
bi pêxemberî hat erkdarkirin, Hz. Asiye jî bi
Hz. Mûsa bawerî anî. Lê Hz. Asiye di pêşî de
baweriya xwe ji Fîr’ewn vedişart û nedixwest hîn
bibe. Lewra Fîr’ewn li mirovên ku bi Hz. Mûsa
bawerî anîbûn gellek tedayî dikir. Zilm û
zordestiya xwe bi her awayê nîşan dida.
Li ser baweriya Hz. Asiye ragihandinên cur be
cur hene. Bi Hz. Mûsa bi piranî Sebtî bawerî
anîbûn lê ji nav Qibtiyan jî mirovên ku bi Hz.
Mûsa bawerî anîbûn hebûn. Tê ragihandin ku ji
xulamên Fîr’ewn jî miroven ku bawer kiribûn
hebûn. Ji vana yek jî pîrekek bi navê Maûşa
Xatûn bû. Ev pîrek di qesrê de xulamiya keçên
Fîr’ewn dikir. Maûşa Xatûn bi Mûsa bawerî anîbû
lê ji tirsa zilma Fîr’ewn baweriya xwe vedişart.
Rojekî Maûşa Xatûn porê keça Fîr’ewn şeh dikir.
Di wî deme de şeh ji destê wê ket erdê. Dema ku
şeh ji erdê helanî bi navê Xwedê helanî. Li ser
vî yekê keça Fîr’ewn fam kir ku Maûşa bi Mûsa
bawerî aniye û di cih de çû cem bavê xwe û rewşa
wê jê re qal kir. Li ser vî yekê Fîr’ewn Maûşa
kir zindana xwe û lê îşkencê kir. Hz. Asiye jî
vî rewşê didît lê mixabin ji destê wê tiştek
nedihat. Fîr’ewn di dawî de ji Maûşa re got “Ya
tuyê Mûsa înkar bikî yan jî ezê zarokên te li
hember te bikim agir û bi vî awayê van bikujim.”
Hz. Asiye jî ji paca qesrê li wan temaşe dikir.
Fîr’ewn li hember Maûşa zarokên wî yek bi yek
avêt agir û şewitand. Lê dîsa jî Maûşa ji ola
xwe venegeriya. Dawiyê Fîr’ewnê bêrehm Maûşa jî
kuşt.
Lê Hz. Asiye edî nikarîbû li hember vî zilmê
bêdeng bimana. Lewra ne dil ne jî wijdan
nikarîbû edî vî zilmê bipejiranda. Hz. Asiye
bihêrs hat xwarê û bi ser Fîr’ewn de çû û got:
“Heyf ji te re, ji Xwedê bitirse. Tu çawa dikarî
ew qas zilmê bikî.”
Di wî demê de Fîr’ewn fam kir ku Asiyê jî bi
Mûsa bawerî aniye. Hz. Asiye bi van axaftinên
xwe îmana xwe eşkere kir. Li ser vî yekê Fîr’ewn
bi kerh û hêrsekî mezin bi ser Hz. Asiyê de hat.
Lewra ew pîreka wî bû, li gor Fîr’ewn hemî
mirovên din îman bikirana jî divê wê îman bi
Mûsa neaniyana. Lewra îmana mirovekî mîna Asiye,
gellek watedar bû. Ê yekemîn baweriya wê dihat
vî watê ku ew ji Fîr’ewn natirse û Fîr’ewn wek
Rebbekî nahesibîne, wî di çavê xwe de mezin
nake… Yê din, baweriya Asiyê, wê wêr bidana
mirovên din jî. Hz. Asiye pireka Fîr’ewn bû û bi
vî awayê ji hemî mirovên din bilindtir bû û nêzê
Fîr’ewn bû. Fîr’ewn jî zanîbû ku mirovek ji
malbata wî, mirovek ji qesra wî bawerî bi Mûsa
bianiya wata wî pirr cuda bû û wê bibûna sedema
gellek tiştên din. Encama bûyerekî wusa wê serê
wî biêşandana. Ji ber vî yekê qet dem wenda
nekir û Asiyê bi leşkerên xwe da girtin.
Piştê Hz. Mûsa ev car jî Hz. Asiyê li hember
Fîr’ewn derketibû û serî hildabû. Ev serhildan
pirr girîng û biwate bû. Lewra ev serhildan, li
hember kifrê, serhildana ola Îslamê bû. Ev
serhildan li hember zilma zaliman, serhildana
mazlûman bû. Ev serhildan li hember neheqî,
bindestî û koletiyê, serhildana xwestina maf û
azadiyê bû. Ev serhildan, serhildana îman û
Îslamê bû.
Jibo vî serhildana pîroz evîn û berxwedanek
mezin pêwîst bû. Ev taybetî jî bi piranî bi Hz.
Asiyê re hebûn. Jixwe ev evîn bû wê li hember
Fîr’ewn derxistibû û wê rakiribû. Roja ku ev
evîna pîroz ketibû nav dilê wê êdî çavên wê tu
tiştekî nedidît. Çavên wê ne dewlemendiya
Fîr’ewn didit, ne jî hêza wî… Çavên wê ne mal û
milk didît ne jî derfetên ku têda ye… Wê êdî
evîna rast, rêya rast dîtibû û ji ber vî yekê
tiştekî jî nedihat ber çavên wê.
Lê evîna Xwedê wusa bi hêsanî nedihat jiyîn. Ji
bo vî evîna piroz fedakarî, wêrekî û heta dawiya
jiyanê berxwedan û sebrek mezina bihêz pêwîst
bû. Hz. Asiye jî ji vî rewşê haydar bû. Ji ber
vî yekê li hember kifrê li ber xwe dida. Wê dev
ji hemî mal û milkên dinê berdabû, tenê ji bo
riza Rebbê xwe qezenc bike berdabû. Jibo Asiyê
êdî rojên bi îşkence destpê kiribûn.
Tê ragihandin; piştê ku Fîr’ewn bi îmana Asiyê
haydar bû, li erdê çar dîrek da kutandin û
Hz.Asiyê bi her du dest û lingên wê bi van
qazixan ve girêda. Îşkenceyên li ser Asiyê bi
rojan berdewam kir. Fîr’ewnê zalim carna bi
lêxistinê carna jî bi axaftinên xweş diçû ser
Asiyê. Gellek taktîkan li ser Asiyê ceriband lê
çi kir jî serfiraz nebû û wê jî ola wê
venegerand. Berxwedana Asiyê hemî teherên
Fîr’ewn vala derxist. Fîr’ewn çi kir jî Asiye
baweriya xwe neguhert û daxwazên Fîr’ewn neanî
cih…
Lê sebra Fîr’ewn jî edî li hember Asiyê kêm
bibû… Êdî Asiyê bi kuştinê tehdît dikir. Lê
tirsa Asiyê ne ji Fîr’ewn ne jî ji mirinê hebû.
Lewra mirin jibo wê xelasî bû ku bi mirinê wê
bigihîştana cem Rebbê xwe. Ew jî êdî ji vî
dinyayê aciz bibû. Daxwaza wê Rebbê wê û bihişt
bû. Ev rewş di Qur’ana Pîroz de wusa derbas
dibe:
“Xweda ji bawermendan re pîreka Fîr’ewn mînak
da. Wî demê wê gotibû; ‘Rebbê min, ji min re di
bihişta Xwe de malekî çêke. Min ji Fîr’ewn û
emelên wî yên xerab xelas bike. Min ji civaka
zaliman, rizgar bike.” (Tehrîm, 11)
Xweda vî hêwîşa jidil di wî demê de pejirand. Tê
ragihandin ku Asiye hêj li dinê bû Rebbê aleman
mala wê ya bihiştê nîşanê wê da. Dema Hz. Asiyê
mala xwe dît êdî îşkenceyên ku lê dihatin kirin
hîs nedikir. Piştê ku xelatên Xwedê jê re amade
kiribû dît ji kêfana di bin îşkanceyan da
dikeniya.
Dema Fîr’ewn dît ku Asiye di bin îşkencê de
dikene him matmayî û him jî bi qeşmerî wusa
digot: “Ka li viya mêze bikin, ez lê îşkencê
dikim ew jî dikene, welleh ev dîn bûye.” Li ser
viya Fîr’ewn yek car hêrs bû û di wî demê de Hz.
Asiyê şehîd kir.
Di tekoşîna heq û batil de heq serfiraz bibû. Li
hember kifrê berxwedana Asiyê di dîroka Îslamê
de bû minak. Hz. Asiye bi vî awayê bû pêşeng ji
hemi pîrekên bawermend re. Hz. Asiye ji bo riza
Rebbê xwe ji her tiştê xwe fedakarî kir. Dem hat
malê xwe berda, dem hat cihê xwe yê di qesrê de
berda, dem hat canê xwe di rêya Rebbê xwe de
feda kir û bi vî awayê riza Rebbê xwe bidest
xist. Em berxwedana vê pîreka rûmetbilind û
binirx ji aliyê xwe pîroz dikin. Wê pirr teda
dît, lê dawiya wê xweş bû.
Pêxemberê me (s.X.l.) wusa dibêje: “Pîrekên
bihiştên bilind ev in: Xetîce k. Huweylîd,
Fatima k. Muhemmed, Meryem k. Îmran û Asiye k.
Muzahîm.” (Ehmed k. Henbel)
Hêwîş û daxwaza me ji Rebbê me ew e ku dawiya me
jî, him di jiyana dinê de û him jî di jiyana
axretê de li gor fermanên Rebbê me. (Amîn)
Çavkanî:
- İqra İslam Ans.
- Büyük Peygamberler Tarihi, M. Asım KÖKSAL
|