Jiyana Îmam Ehmed Bîn Henbel
Mele EMÎN
Mizgîn/Hêjmara 33
Îmam Ehmed bîn
Henbel li gor salnameya koçî(hîcrî) di sala
164'an de li Bexdayê hatiye cîhanê. Navê wî yê
rastî Ebû Ebdûllah Ehmed îbn-î Muhemmed îbn-î
Henbel îbn-î Hîlal Eş-Şeybanî ye. Diya Îmam
Ehmed û bavê wî ji qebileya Şeybaniyan in. Navê
Henbel, navê bavê Îmam Ehmed nîn e, navê kalê wî
ye. Navê bavê wî Muhemmed bîn Henbel bîn Hîlal
e. Navê diya wî Safiye bîntî Meymûne ye.
Malbata Îmam Ehmed berê li Xorasanê diman. Kalê
wî waliyê wîlayeta Serahsê bû. Bavê wî di artêşa
Îslamê de vezîfeya fermandariyê dikir. Demek
paşê malbata Îmam Ehmed ji Xorasanê çûne Bexdayê
û li wir bi siltanên Ebbasî re têkilî danîne.
Piştê ku ev malbat li Bexdayê bicih bû, demek
paşê bavê Ehmed bîn Henbel jiyana xwe ji dest
da. Li gora ku dîrokzan radigihînin, wexta ku
bavê Îmam Ehmed wefat kir, emrê wî 30 salî
derbas nekiribû. Ehmed kurê Henbel di jiyana xwe
de qet bavê xwe nediye. Lewra dema ku bavê wî
jiyana xwe ji dest daye, ew di qumatekî de
zarokek pirr biçûk bûye.
Îmam Ehmed ji ber ku bavê wî wefat kir, di
jiyana xwe de pirr êş û elem kişand û bi gellek
zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Jiyana wî jî
mîna jiyana pirî aliman, di nava xizaniyê de
derbas bûye. Tê zanîn ku Xwedê Teala, aliman bi
hinek tiştan îmtihan dike. Alim bi van tiştên ku
îmtihan dibin, digihîjin û pêşve diçin. Di
jiyana Îmam Ehmed de jî xuya dibe ku ew bi êş û
eleman îmtihan bûye. Îmam Ehmed herdem li
hemberê zext û zorên jiyanê li ber xwe daye, bi
sebr tevgeriyaye, qet rêya xwe şaş nekiriye û di
rêya rast de meşiyaye.
Jiyana Îmam Ehmed herdem di nava îlm û îrfanê de
derbas bûye. Îmam Ehmed di jiyana xwe ya îlmê de
ewul dest bi xwendina Qur'ana Pîroz kiriye.
Qur'ana Pîroz hifz kiriye. Paşê li ser zimanê
Erebî, îlmên hedîsê, rîvayetên tabiînan, jiyana
Pêxemberê me û jiyana sehabe û tabiînan
rawestiyaye û lêkolînên berfireh çêkiriye. Bi
taybetî ji bona hînbûna hedîsan li Basra, Kûfe,
Mekke, Medîne, Şam, Yemen û El Cezîrê geriyaye.
Demek dirêj li ber İmam Şafiî maye. Ji wî dersa
hedîsê girtiye. Di nava aliman de tê zanîn û tê
gotin ku Îmam Şafiî di fiqihê de ustadê Îmam
Ehmed e. Îmam Şafiî di derheqê Îmam Ehmed de
wusa gotiye: "Ez ji Bexdayê hatim. Min li wir,
ji Ehmed bîn Henbel pirtir mutteqî û alim kesek
nedî."
Wexta ku em li jiyana alimên mezheban mêze dikin,
em dibînin ku di navbera wan aliman de têkiliyek
xurt hebûye. Tê zanîn ku Îmam Malîk bi salan bi
Îmam Ezam Ebû Henîfe re hevaltî kiriye û ji wî
fêr girtiye. Îmam Şafiî bi salan li ber Îmam
Malîk maye, ji wî fêr girtiye û hedîsên
Pêxemberê me (s.X.l) hîn bûye. Berhema mamosteyê
xwe, bi nav el-Mûwattayê hifz kiriye. Îmam Ehmed
jî demek dirêj li cem Îmam Şafiî maye û ji wî
hedîsên Pêxembere me (s.X.l) û fiqha rêbaza
mezheban hîn bûye. Berbiçav e ku di navbera hemî
Îmamên mezheban de di warê îlmê de danûstendin
çêbûne. Ev rewş rê li ber fiqha Îslamê vekiriye.
Bi vê awayê mezhebên ku hatine damezrandin, fikr
û ramanên wan zexm û ewledar bûne. Îmam Ehmed
qet nedisekinî, herdem bi tehsîla îlmê ve mijûl
dibû. Wî di jiyana xwe de ji pirî aliman fêr
girtiye. Alimên ku ji wan fêr girtiye, yên
sereke ev in: Xwendekarê Îmam Ezam, Îmam Ebû
Yûsif, Hûşeym îbn-î Beşîr, Sûfyan îbn-î Ûyeyne,
Yehya îbn-î Seîd el- Qattan, Evdirrehman îbn-î
Mehdî, Îmam Şafiî û Ebdûrrezzak îbn-î Hemman.
Îmam Ehmed bi piranî wek alimê îlmê hedîs tê
nasîn. Lewra ew herdem di jiyana xwe de li ser
îlma hedîs xebitiye, rîwayetên ku ji Resûlê
Xwedê hatine ragihandin berhev kiriye, di
sohbetên xwe yê îlmî de herdem bi hedîs axiviye
û di vê babetê de berhema xwe ya "el-Musned" ku
di îlma hedîs de çavkanî tê qebûlkirin,
nivîsandiye. Ji ber vê sedemê îbn-î Kûteybe,
îbn-î Cerîr et-Taberî, Tahavî, Îbn-î Ebdilberr û
Îmam Xezalî gotine ku tenê Îmam Ehmed alimê îlmê
hedîs e. Lêbelê Îmam Ehmed di heman demê de
alimê îlmê fiqhê ye. Girîngiya ku daye îlmê
hedîs di fetwayên wî de jî diyar dibe. Di
fetwayên xwe de herî zêde giranî dida rîwayetan.
Pirr hindik qiyas û îctîhadê bikar dianî. Hema
hema di hemî meseleyan de wexta çareserî
digeriya, pêşî li Qur'an û sunnetê mêze dikir.
Paşê serî li nêrînên sehabe û tabiînan dida.
Îmam Ehmed qiyas û îctîhadê, wek çareseriyên
dawiyê dihesiband; di tehsîla îlmê xwe de qet li
ser mijarên vala nedisekinî û bi mijarên vala ve
mijûl nedibûn. Piştê serdema van alimên hêja,
pirî mirov li ser mijarên vala sekinîne, li ser
van mijaran pirtûk nivîsandine û ketine nava
gengeşiyên tundî. Mirovên nezan, îlmê kirine
qurbana xwe. Ji ber vê sedemê qedr û qîmeta îlmê
ji holê rabûye.
Îmam Ehmed xwediyê zuhd û teqwayê bû. Ji ber ku
ev taybetiyên wî hebûn, gel ji wî pirr hez dikir.
Wexta Îmam Ehmed li mizgeftê we'az dida,
girseyek mezin diçûn mizgeftê ji îlma wî sûd
werdigirtin. Tê ragihandin ku nêzikî 5 hezar kes,
beşdarê sohbetên wî dibûn. Civatên ku Îmam Ehmed
tê de dima, di wan civatan de weqar, tewazû û
dilaramî xwe nîşan didan.
Îmam Ehmed nedixwest ku fetwayên ku dide bêne
nivîsîn û ragihandin. Li gor wî îlmên ku divê
bêne nivîsîn, Qur'an û Sunnet e. Nêrîna wî bi
kurtasî ev bû. Lê xwendekarên wî, pîştî wefata
wî, ji mamosteyên xwe pirr pirtûk ragihandine.
Pirtûkên ku ji Îmam Ehmed ragihandine, di nav
wan de herî navdar pirtûka wî ya bi nav "el-Musned"
e. Îmam Ehmed ji bona vê pirtûkê pirr hewl daye
û li ser wî pirr lêkolîn çêkiriye. Sî hezarî
zêdetir hedîs, di nav vê pirtûkê de hene. Îmam
Ehmed van hedîsan di nav du sed û pêncî hezar
heb hedîsan de hilbijartiye. Bi vê awayê van
hedîsan di vê pirtûkê de nivîsandiye. El-Musnedê
kurên Îmam Ehmed, Salih û Evdillah rîwayet
kirine. El Musned cara yekemîn li gor salnameya
koçî di sala 1313'an de li Misrê hatiye çapkirin.
Musneda Îmam Ehmed di her dewr û zemanî de ji
aliyên mislimanan ve qedr û qîmetek mezin dîtiye
û pirr hatiye xwendin. Xeynê vê pirtûka wî,
pirtûkên ku ji nesihet, nêrîn û fetwayên Îmam
Ehmed pêk tên, ji aliyên kurên wî û xwendekarên
wî ve hatine berhevkirin û çapkirin. Pirtûkên ku
piştê wefata Îmam Ehmed hatine berhevkirin û
çapkirin ev in: 1-Kîtabu's Sunne 2-Kîtabu'z Zuhd
3-Kîtabu's Selat (ev pirtûk li gor salnameya
koçî di sala 1223'an de li Qehireyê çap bûye)
4-Kîtabu'l verâ ve'l Îmân.5-Kîtabû'r Reddî ala'l
Cehmiyye Ve'z Zenâdiqa 6-Kîtâbu'l Eşrîbe
7-Kîtabu'l Mesâîl 8-Cuz fî Ûsulû's
sehabe.10-er-Red du alâ Men îdda't Tenakûda fî'l
Qur'an 11-et- Tefsîr 12-en-Nasîl ve'l- Mensûh
13-et Tarîx 14-Hedîsû Şu'be 15-el-Muqeddem ve'l
Muexxer fî'l Qur'an 16-Vucûbû'l Qur'an 17-
Menâsîqû'l Kebîr ve's sagîr 18-el-Cerhû ve't
Ta'dîl 19-Kîtabû'l Îlel ve Me'rîfetû'r Rîcal
Îmam Ehmed di jiyana xwe de pirr xwendekar
perwerde kiriye. Xwendekarên ku ji wî fêr
girtine û yên ku ji wî hedîs ragihandine ev in:
Kurên wî yên Evdillah û Salih, Bûxarî, Muslîm,
Ebû Davûd, Tîrmîzî, Nesaî, Yehya îbn-î Mûîn, Elî
îbn-î Medînî, Ebû Zûr'a er-Razî, Ebû Xetîm er-
Razî, Ebû Bekr el-Esrem (navê wî yê rastî Ehmed
b.Muhemmed b.Hanî ye) Ebdulmelîk b.Ebdulhemîd b.
Mihran, Ebû Bekr el-Merzevî, Harb b.Îsmaîl
el-Henzalî el-Kirmânî û Îbrahîm b.Îsheq el-Harbî.
Mezheba Henbelî mîna mezhebên din li hemî
deverên cihanê belav nebûye. Tenê li erdnîgariya
Sûdî Erebîstanê belav bûye.
Ji ber nasîna vê mezhebê em hinek qala nêrînên
wî bikin. Li gor mezheba Henbelî deriyê îctihadê
nehatiye girtin. Heta roja qiyametê, wê deriyê
îctihadê vekirî bimîne. Henbelî dibêjin ku di
her sedsalî de muctehîdek mûtlaq pêwîst e. Di
her sedsalê de hebûna muctehîdek mûtlaq farzê
kîfaye ye. Lewra misliman di her sedsalî de bi
bûyerên cûr bi cûr ve rû bi rû dimînin. Ev rewş
jî pêwîstiya muctehîdan derdixîne holê.
Îmam Ehmed li ser rêvebirî û siyaseta Îslamî jî
sekiniye. Ew di derbarê xelîfe û xîlafetê de
mîna sehabe û tebiînan difikire. Di mijara
rêvebiriya Îslamê de tabiyê nêrînên selef-î
salihan dibe. Li gor Selefan, xelîfe karê mirovê
ku liyaqê meqama xîlafetê bibîne, piştî xwe ji
bona vê meqamê pêşniyar bike. Lê Îmam Ehmed di
vê mijarê de bîata mu'mînan wek gotina dawî
qebûl kiriye. Îmam Ehmed di çarçova vê ayeta ku
dibêje ku: "Karên wan, di navbera wan de bi
îstîşareyê ye.” (Şûra, 38) tevgeriyaye û di
derbarên rêvebirî û siyaseta Îslamî de nêrînên
xwe pêşkêşê gel kiriye.
Îmam Ehmed wexta siltanek jê re diyarî bianiya,
ji xwe re nedigirt. Li gel belav dikir. Di
jiyana xwe de qet ji bona berjewendiya cihanê
neaxiviye û fetwa nedaye. Îmam Ehmed herdem bi
we'az û gotinên xwe, şîret li siltanan dikir.
Rêya rast û baş, nîşanê wan didan.
Tê zanîn ku di dema dewleta Ebbasî de mezheba
fermî Mûtezîle bû. Alîgirên Mûtezîleyê kî
nerînin wan nepêjirandana, bi wan re diketin nav
gengeşiyê. Dewleta Ebbasî jî li gor nerînên
mezheba xwe ya fermî tevdigeriyan. Mezheba
Mûtezîleyê nêrîna "Qur'an mehlûq e" diparastin.
Pirî alim û mirovên bawermend, vê nêrîna şaş
qebûl nedikirin. Ji ber vê yekê ji dewleta
Ebbasî zilm, zordarî û tedayî didiyan. Îmam
Ehmed jî mîna van alim û mirovên bawermend,
fikra ku mezheba Mûtezilê diparast, qet qebûl
nedikir. Dewleta Ebbasî ên ku vê fikrê qebûl
nedikirin, wan digirtin binçav. Vê fikrê
Mûtezîlê, bi wan bi zilm û zordariyê ve didan
qebûlkirinê. Ên ku qebûl nedikirin, dewleta
Ebbasî wan diavêt girtîgehê.Wan dida ber lêdana
û îşkencê li wan dikirin.
Di dema Siltan Mû'tasin û Vasik de Îmam Ehmed,
ji bo fikrên ku mezheba Mûtezîlê qebûl bike, ji
aliyê dewleta Ebbasî ve pirr gef xwariye û
îşkence dîtiye. Lê dîsa jî Îmam Ehmed li ber xwe
daye. Fikrê ku Mûtezîleyan digotin "Qur'an
mehlûq e", qet qebûl nekiriye. Îmam Ehmed bi
giştî 14 sal di bin zilm û zordestiya dewleta
Ebbasî de maye. 28 meh jî di girtîgehê de
îşkence dîtiye. Çi kirine, çi nekirine Îmam
Ehmed ji fikrên xwe yê rast û pak neziviriye.
Paş de gav neavêtiye. Têkoşînek bêhempa ku divê
em jê mînak bigrin daniye holê.
Dewleta Ebbasî mêze dike ku van êrîş û kiryaran,
Îmam Ehmed ji doza xwe nazivrîne, neçar dimîne
ku wî ji girtîgehê derxe. Îmam Ehmed pêvojaya ku
di girtîgehê de maye, pirr êş û elem kişandiye.
Ji ber lêdan û îşkenceyan, nexweşiyên cûr bi cûr
lê peyda bûne. Îmam Ehmed di dawiya emrê xwe de
jiyanek pirr zor û dijwar derbas kiriye. Hetta
ji ber nexweşiya xwe, nikaribûye biçe mizgeftê.
Bêguman van zext û zoriyên ku Îmam Ehmed dîtiye,
rastiya îmtîhana cihanê ye. Pêxemberê me (s.X.l)
di hedîsek xwe de diyar dike: "Her mirov li gor
asta îmana xwe, bi belayan ve îmtihan dibe."
Îmam Ehmed jî mîna hemî bawermendan, bi zext û
zorên cihanê ve îmtihan bûye. Bi îzna Xwedê
Teala bi helwest û têkoşîna xwe ya bêhempa, di
vê îmtihana dijwar de serkeftinek mezin bidest
xistiye.
Pêwîst e em bînin ziman ku dema dewleta Ebbasî
de tenê Îmam Ehmed zilm û tedayiyê nedîye. Pirî
alim, zilm û tedayî ji dewleta Ebbasî dîtine. Di
dema siltan el-Mutewekkîl de ev rêvebiriya
jakoben hinek sist bûye. Bi vê awayê misliman jî
di jiyana xwe de hinek rehetî dîtine.
Me berê jî anîbû ziman, Îmam Ehmed ji ber
nexweşiya xwe di dawiya emrê xwe de pirî caran
nikaribûye biçe mizgeftê. Lê çi dibe bila bibe
Îmam Ehmed ji we'az û şîretên xwe yê xweş û
delal dûr nemaye. Herdem bi we'az û şîretên xwe
mislimanan hişyar û ronî kiriye. Rêya rast
nîşanî wan daye. Îmam Ehmed li dû xwe îlmek
mezin, pirtûkên hêja, xwendekarên navdar,
mezhebek fireh, hêsan û tekoşînek bêhempa
hiştiye.
Îmam Ehmed li gor salnameya koçî (hîcrî) di sala
241'an de li Bexdayê wefat kiriye. Wexta
definkirinê, bi hezaran mirov çûne ser goristana
wî, jê re fatîhe xwendine. Li pey wî pirr xemgîn
bûne.
Xwedê Rehma Xwe lê bike.
Ruhê wî şad bike.
Cihê wî bihûşt be. (AMÎN)
|