Jîyana Bedîüzzeman Saîd-ê Kurdî
Mahmut
HOCAOĞLU
Mizgîn/Hejmara 8
Üstad
Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî di sala 1876'an de li
bajarê Bedlîs'ê, navçeya Hîzan'ê, li gundê
Nurs'ê ji dayik bûye. Di sedsala bîstemîn de
Bedîuzzeman bi jiyan, tekoşîn, îlm û îmana xwe,
deng daye cîhanê. Heyama ku Ustad tê da dijiya,
Ommet ji nava îmtehanek mezin û dijwar derbas
dibû.
Ew jî di biçûkiya xwe da di çarçova imtihanê da
dest bi xebat û tekoşînê kiriye. Ewul perwerdehî
û dersa xwe li ber kekê xwe girtiye. Ustad di
pêvajoya perwerdehiya xwe da pênç sal li
medreseyên bi nav Tax û Pîrmîs xwendiye. Li
hemberê bêdadiyê qet tehammul nedikir û her dem
li hemberê van bêdadiyan serî radikir. Ji bona
ku li hemberê zilm û zordariyê bêdeng nedima, li
medreseyek jî pir nedisekinî. Wexta ku li
Hîzan'ê îlm hîn dibû, rojekê çar heb feqî bûne
yek û bi wî ra şer kirine. Li ser vê yekê
Bedîuzzeman derketiye huzura Şêx û jê ra wûsa
gotiye: "Şêxê min, wexta bi min ra şer dikin,
bila her çar bi hev re nêyn, bila du heb-du heb
werin". Van gotinan ji Şêx re pir xweş hatiye û
Şêx di derbarê Bedîuzzeman da wûsa gotiye: "Tu
xwendekarê min î. Kesek nikare li te tadayî bike".
Bedîuzzeman demek jî li Hizan'ê ma. Paşê, bi
kekê xwe yê Mela Evdillah re çû gundê Norşîn'ê.
Wexta ku li gund bû xewnek dît. Bedîuzzeman di
xewna xwe da dît ku: "Qiyamet qetiyaye. Kaînat
ji nû ve hatiye vejînbûn. Di vê hengamê da
difikire ku wê çawa biçe serdana Pêxemberê me,
Hz Muhammed (s.X.l.). Tê hişê wî ku li ser pirra
siratê bisekine. Wexta ku li wir disekine, diçe
serdana hemû pêxemberan. Piştî serdana hemû
pêxemberan, diçe serdana Hz Muhemmed (s.X.l.) jî"
û ji xew şiyar bû. Bedîuzzeman di bin bandora vê
xewnê da ma û hêz da tehsîla îlmê.
Wî perwerdehiya xwe ya pir û herî girîng, di
heyama ku li Doxûbeyazit'ê dima de, stend. Li
Doxûbeyazit'ê, serê sibê li ber Şêx Muhemmed
Celalî ders digirt. Êvarê jî diçû ser gora Alimê
Kurd, Şêx Ehmedê Xanî. Pirî şevên xwe li ser
gora Şêx Ehmedê Xanî derbas dikir. Ji aliyê din,
di nav gel da tê gotin ku: "Bedîuzzeman ji Şêx
Ehmedê Xanî îlham û feyz girtiye". Te zanîn ku
Bedîuzzeman rojek çûye ser gora wî û li wê derê
wûsa gotiye: "Şêx Ehmedê Xanî mamostê min ê
manewî ye". Li Doxûbeyazit'ê sê meh perwerdehiyê
dibîne û îcazet distine. Di nav gel da jî Saîd-ê
Kurdî bi vê leqebê li her derê, navdar dibe.
Demek paşê Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî ji Wan'ê
diçe Sêrt'ê. Ji wê derê jî diçe Bedlîs'ê. Li
Bedlîs'ê Şêx Emîn dibîne. Dîsa vedigere Sêrt'ê û
ji Sêrt'ê jî diçe gundê Tîllo'yê. Li Siirt'ê
demê xwe yê pir, bi îbadet û bi îlmê derbas
dikir. Şevek di xewna xwe da Şêx Evdilqadirê
Geylanî dît. Şêx Evdilqadirê Geylanî jê ra wûsa
go: 'Mela Saîd here ber serokê Eşîra Mîran,
Mustefa Paşa û ji wî ra bêje ku bila qenciyê
ferman bike, bila dest ji zilm û zordariyê
bikşine û bila nimêj bike. Heger ku van fermanan
nêyne cî, wî bukije'. Li ser vê xewnê
Bedîuzzeman diçe herêma Eşîra Mîran û li wê derê
ji diçe çadira Mustefa Paşa û pê ra hevdîtinek
pêk tîne. Mustefa Paşa ji Bedîuzzeman dipirse:
“Tu ji bona kîjan sedemê hatî vira?” Li ser
pirsa Paşa, Bedîuzzeman bersivek wûsa dide: “Yan
tuyê dev ji zilm û zordariyê berdî û tuyê werî
ser rêya rast û nimêj bikî, yan jî ezê te
bikujim”. Paşa şûra Bedîuzzeman nîşan kir û go:
“Tuyê min bi vê şûra qirêj bikujî?” Bedîuzzeman
li ser vî gotina Paşa, bersivek wûsa da: 'Şûr
jênake, lê dest jêdike'. Di aliyê din da Mustefa
Paşa jî wûsa go: 'Di Cizîrê da Alimên ku ez nas
dikim tu wan têk bibî, ezê mavzerek bidim te û
ezê hemû gotinên te bînim cî’. Bedîuzzeman vê
pêşniyarê qebul dike û di munazara îlmê da hemû
aliman têk dibe. Mustefa Paşa jî, gotinên
Bedîuzzeman tînê cî. Demek li Cizîrê dimîne.
Paşê di sala 1884'an de diçe li Mêrdînê dimîne.
Dema ku li Mêrdîn’ê bû, rojek sîleyek li
leşgerek Osmanlî xist. Vê bûyerê di jiyana
Bedîuzzeman da rûpelek nû vekir. Bedîuzzeman li
ser vê bûyerê dest avêt xebatên sîyasî. Heta
sala 1921'an di herêma Kurdistan’ê da li hemberî
rêvebiriya îstîbdata Osmanlî û hevkarên wî
têkoşînek Îslamî bilind kir. Leşgerên Osmanlî
piştî bûyera Mêrdînê, destê Saîd-ê Kurdî li
kelemçê xistin û wî nefiyê Bedlîsê kirin.
Bedîuzzeman, demekê li Bedlîsê ma. Li vê derê
her dem mirova ji xirabiyê dûr dixist û wan
vedixwende tiştên baş û bixêr. Li Bedlîs'ê
gellek alim hebûn. Lebelê li Wan'ê alimên bi nav
û deng tunebûn. Ji ber vê yekê Walî'yê Wan'ê,
Bedîuzzeman dawetê Wan'ê kir. Li ser dawetkirina
Walî'yê Wan'ê, Hesen Paşa, Bedîuzzeman çû bajarê
Wan’ê. 15 sal li Wan'ê ma. Dema ku li wir bû, ji
aliyek îlim hîn dibû, ji aliyê din jî di nava
eşîretan de digeriya ku wan îrşad bike.
Wexta ku Bedîuzzeman li Wan'ê dima, rojek di
rojnameyekî da nûçeyekî xwend. Nûçe wûsa digo: "Wezîrê
Îngilîzîstan'ê Gladson Avam, li meclîse diaxive
û di axaftina xwe de diyar dike ku; Heta Qur'an
di destê Mislimanan de be, em nikarin li ser wan
desthilatdariya xwe deynin. Divê yan em Qur'an'ê
ji nava wan derxin, yan jî em wan ji Qur'an'ê
sar bikin." Li ser van gotinan, Bedîuzzeman pir
zêde li ser Qur'an'a Pîroz xebitî û li ser wî
ponijî. Bediüzzaman di vê derbarê de wûsa digo:
"Ezê meziniya Qur'an'a Pîroz nîşanê hemî cîhanê
bidim." Dema ku Bedîuzzeman li Wan'ê dima,
tespît kir ku pirsgirêkên gel ên herî giring ê
gel, bêperwerdehî ye. Ji bona wekî medreseya
navdar El Ezher, medreseyan li Amed, Wan û
Bedlîs'ê veke û navê Medresetûl Zehra bide van
medreseyan, Bedîuzzeman di sal 1907'an da diçe
Stenbol’ê û li Stenbol’ê Abdulhamîd'ê duyemîn
dibîne. Bi daxwaznameyekî fermî, hêvî û
daxwaziyên xwe pêşkêş dike.
Daxwaznama Bedîuzzeman di rojnameyên "Şark û
Kurdistan'ê" da wûsa hatiye weşandin: “Di
Kurdistan'ê de vekirina dibistanan rewşek xweş
e. Lebelê tenê mirovên ku Tirkî dizanin, dikarin
ji van dibistanan sûd werbigrin. Ji ber vê yekê
zarokên Kurd, îlmên ku li dibistanan tê xwendin,
fahm nakin. Dibistanen ku nû vedibin, mamostê
van dibistanan bi Kurdî nizanin. Ev rewş jî
howîtî û tevliheviyê tînê holê. Herweha rojavayî
ji bona vê sedemê dengê xwe bilind dikirin. Ji
aliyê din, gel di nava teqlît û wehşetê da di
ciyê xwe da dijmêre. Ji ber vê yekê gel di nava
wehm û gumanan da dimîne. Îro ji ber ku Gelê
Kurd di ciyê xwe da disekine, ew jî ji vê rewşê
îstîfade dikin. Em dikarin çareseriya van
pirsgirêkan wûsa pêşkêş bikin: ‘Ji bona zanebûn
û pêşveçûna Gelê Kurd, divê li her derê
Kurdistan'ê medresên nû bên vekirin. Ewê ku hene
jî divê werin avakirin û ji nû ve werin
ganîkirin’. Hingê herkes bibîne ku Gelê Kurd
çawa di her warê de pêş ve diçe û çawa cewherên
di nav xwe de derdixe holê”. Hewildanê
Bedîuzzeman hemû vala diçin û van hewildanê wî
bêencam dimînin. Rêvebiriya Osmanlî, ji bona van
hêvî û daxwaziyên Bedîuzzeman, wî davêjin
timarxanê. Bedîuzzeman di timarxanê da dema tê
muayenekirin, ji dixtor ra wûsa dibêje: “Ey
Dixtor! Tu min gohdarî ke! Wexta ku tu min
muayene dikî, bila bala te li ser van noqteyan
be: ‘Ez li çiyayên Kurdistan'ê mezin bûme. Ewê
ku birastî jî nexweş in, Dixtor in. Bi raporên
xwe dînîtiya xwe nîşan didin. Ey dixtor! Pêşî
van neçaran tedawî bike. Paşê were min tedavî
bike’.” Li ser van gotinên Bedîuzzaman, dixtor
wûsa go: "Heger ku vî mirovê jî dîn be, li
cîhanê kesek baqil nemaye".
Bedîuzzeman Seîd-ê Kurdî demek di nava
ciwata(cemîyet) Îttîhat û Teraqqî’yê da dixebite.
Piştî Meşrûtiyetê fahm dike ku ciwata Îttîhat û
Teraqqî'yê fikr û ramanên nijadperest diparêzin
û girêdana wan bi Masonan ra heye, li hemberê
ciwata Îttîhad û Teraqqî, di nava refên ciwata
Kurt Teavun û Teraqqî'yê de cî digre û sazgeriya
ciwatê dike.
Di vê heyamê da nivisên Bedîuzzeman di
rojnameyan de û di Kovarên "Tanîn, Volkan, Şark,
Kurdistan û Serbestî'yê da dihatin weşandin. Di
31'ê Adar a sala 1909'an de provakasyona 31'ê
Adar'ê tê amadekirin. Dewlet vê provakasyonê
dike bahane û 15 heb Alimên mezin digre.
Bedîuzzeman jî tê girtin. Dadgerê Mahkemê ji
Bedîuzzeman dipirse: "Tu jî şerîatê dixwazî?".
Bedîuzzeman bersivek wûsa dide: "Bila hezar canê
min fedayê heqîqetek Îslamî be". Bedîuzzeman ji
bo xwe cezaya dardakirinê texmîn dikir. Lêbelê
dadger biryara ber danê da. Wexta ku derket
mahkemê li ber girseya gel wûsa go: "Ji bo
zaliman bijî dojeh". Girseya gel, bi vê dirûşmê
meşiya.
Bedîuzzeman di sala 1910'an da vedigere
Kurdistan'ê. Diçe herêma Amed, Bedlîs, Mûş û
Ruha'yê û diçe serdana eşîran. Ustad di sala
1911'an de çûye Emewî'yê ku li Şam'ê ye. Li vê
derê li ser mijara Pirsgirêkên Ommeta Îslamî û
li ser mijarên civakî, ramyarî û aborî sekiniye.
Û di vê derbarê da çareseriyên xwe yên şexsî
pêşkeşê Mislimanan kiriye.
Di sala 1914'an da Şerê Cîhana Yekemîn derket.
Bedîuzzeman bi daxwaziya xwe dibe fermandarê
Alaya Wan û Bedlîs'ê. Di nav eniya şer da cî
digre û şer dike. Di sala 1916'an da di
parastina Bidlîsê da Bedîuzzeman dikeve destê
Rûsan. Wî dibin qampa Kostrûm'ê. Du sal li
Sibîrya'yê di bin dest da maye. Dema ku
Bedîuzzeman di bin esaretê da bû, bi
perwerdehiya hevalên xwe mijûl dibû. Rojêk
fermandarê Rus ê eniya Qafqas, Nîkolay
Nikolayavîç di nava girtiyan da digeriya. Herkes
li hemberê fermandarê Rûsya'yê rabûn piyan; lê
Bedîuzzeman ranebû. Li ser vê yekê, fermandar
hêrs bû û ji Bedîuzzeman pirsî: "Tu ji bona çi
ranabî piyan?" Bedîuzzeman bersivek wûsa da: “Ez
Alim im. Li ber xeyrîmisliman ranabim piyan”.
Fermandarê Rusya'yê vê gotinê ji xwe re wekî
heqaretek hesiband û ferman da ku bila Dîwana
Herbî damezrînin. Dadgeh, ji bo Bedîuzzeman
biryara cezayê dardakirinê da. Bedîuzzeman bi
dilfirehî ji wan ev tişt xwest: "Ezê du qamet
nimêj bikim". Fermandar, berxwedana Ustad dibîne
û fahm dike ku helwesta Bedîuzzeman ji ber
bîrûbaweriya wî ye. Ji Bedîuzzeman lêborîna xwe
dixwaze û vê biryarê diguherîne. Bedîuzzeman di
17'ê Cotmeh a sala 1917'an da li Rûsya'yê girtî
bû. Şoreşa 17'ê Cotmeh'ê pêk tê. Bedîuzzeman di
vê rewşa tevlihev da fîrar dike. Ji ser rêya
Petersbûrg, Warşova û Vîyana'yê ve diçe
Stembolê. Bedîuzzeman li Stembolê bi Seyyîd
Evdilqadir re di nava xebatên damezrandina
"Kurdistan Tealî Cemîyetî" da cî digre. Bi her
awayî alîkarî û piştgirî dide vê civatê û di
nava vê civatê da xebat û tekoşînek çalak dide.
Di sala 1922'an da ji bona ku di meclîsê da
biaxive, wî dawetê meclîsê kirin. Bedîuzzeman
mêze kir ku pirî sîyasetmedar nimêj nakin. Li
ser vê yekê Bedîûzzaman, bigiştî qala giringiya
îbadetan, bi taybetî jî qala nimêjê kir. Serokê
meclîsê M. Kemal ji ber axaftinê bêzar bû û
bêzariya xwe anî ziman. Li ser axaftina M.
Kemal, Bedîuzzeman hêrs dibe û wûsa bersivek
dide: "Paşa paşa! Di kaînatê de heqîqeta herî
mezin îman e. Piştî îmanê nimêj e. Ewê ku nimêj
neke xayîn e. Hukmê xayîna merdûtî ye. Hukmê
merdûtan jî kuştin e". M. Kemal li ser vê bûyerê
ji Bedîuzzeman ra sîyasetmedariyê (mebûs) û
waîziyê teklîf dike. Bedîuzzeman vê pêşniyarê
napejirîne. Têkiliyê xwe yên bi hukumetê ra
dibirre û diçe Wan'ê.
Di sala 1924'an da Serokên Rêxistina Azadî,
Yusuf Zîya û Xalidê Cîbranî bi komp loyek tên
dardakirinê. Digihîjin merteba şehadetê. Şêx
Seîd, li ser şehadeta Yusuf Zîya û Xalidê
Cîbranî dibe serokê Rêxistina Azadî. Şêx Seîd li
Wan'ê bi Bedîuzzeman ra hevdîtinek pêk tîne û wî
dawetê serhildanê dike. Bedîuzzeman vê teklîfê
bi kêfxweşî dipejirîne. Li ser vê yekê
Bedîuzzeman ji bona ku amadehiya cîhadê bike,
diçe Ruha'yê.
Di sala 1925'an da serhildana Şêx Seîd bi
sazkirina provakasyonek ve zû dest pê kir. Şêx
Seîd û hevalên wî têk çûn. Li ser têkçûna
serhildana Şêx Sêîd, di navbera Şêx Sêîd û
Bedîuzzeman de têkilî hat birrîn. Piştî têkçûna
serhildana Şêx Sêîd, bi hezaran gund ji aliyê
dewletê ve hatin şewitandin. Bi hezaran Kurd
hatin koçber kirin û hatin kuştin. Bi kurtasî
dewleta Tirkiyê piştî têkçûna serhildana Şêx
Seîd, li Kurdistanê dest bi operasyona tevkujî,
komkujî, îmha û înkarkirinê kir. Bedîuzzeman ji
ber ku piştgirî û alîkariyê daye serhildana Şêx
Sêîd û beşdarê serhildanê bûye, tê darizandin û
wî nefiyê Bûrdûr'ê dikin. Li ser mijara
serhildana Şêx Seîd Kovara "Dava" bi Evdilmelîk
Firat re hevpeyvînek pêk tîne. Firat di vê
hevpeyvînê da vana tîne ziman: "Rojek ez çûm
serdana Bedîuzzeman. Wî ji min ra xewna xwe wûsa
qal kir: Min dî ku kalê te (qala Şex Saîd dike)
hat ber min. Min jê ra got ku: 'Ka! meyê bi
hevudû re li hember dijmin şer bikirana?' Hinekî
tebessûm kir û wûsa go: 'Min peywira xwe anî cî
îcar jî dora te ye'.” Dîsa di vê hevdîtina
Bedîuzzeman û Evdilmelîk Fırat de Bedîuzzeman ji
Fırat ra wûsa dibêje: “Şex Saîd gihîştiye
merteba şehadetê û şehîd bûye”.
Jiyana Bedîuzzeman di nava îlm, îbadet û
tekoşînek dijwar da derbas bûye. Ustad, bigiştî
ji bona Ommetê, bitaybetî jî ji bona Gelê Kurd
pir xebitiye û her dem tekoşînek Îslamî daye.
Bedîuzzeman ji bo ku biçe li ser goristana Hz.
Îbrahîm di 21'ê Adar'ê da çû Ruha'yê. Li Ruha'yê
di 23'yê Adar a sala 1960 da wefat kir. Di
dawiya vê nivisê da em soz didin Bedîuzzeman ku
emê rêya wî bişopînin û ji bo bicîanîna armancên
wî bixebitin.
"Ruhê te Şad be Ustad. Ciyê de bihuşt be.”
(Amîn)
|