Îmam Xezalî
Nevzat
BAYINDIR
Mizgîn/Hêjmara 41
Di ola Îslamê
de gellek mele, şêx û mirovên rewşenbîr hene.
Vana bi salan alîkariya ola Îslamê kirine. Kî di
dema Pêxemberê (s.X.l.) me de hebûye xwe nîşan
daye û ji bo ola Xwedê canê xwe, malên xwe feda
kiriye. Wan mirovên ku ji riya Pêxemberê (s.X.l.)
me neqetiyane û riya wî (s.X.l.) şopandine, her
tim ji bo riza Xwedê xebitîne û gellek mirovan
hişyar kirine, hebûne. Ger em li dîrokê
lêkolînek bikin, em dikarin navê wan zanayên
bihêz bibînin.
Di dema Pêxemberê (s.X.l.) me de; Hz. Ebû Bekir,
Hz. Umer, Hz. Elî, Hz. Se'd kurê Muaz û hwd. Li
dû Pêxemberê (s.X.l.) me: Şêx Seîd, Seîdê Kurdî,
Îbn Teymiyye, Îmam Şafî û hwd. Ji riya rast
neqetiyane û ji bo ola Îslamê ji bo riza Xweda
her tim xebitîne. Ji van zana û ronakbîran yek
jî Îmam Xezalî ye.
Îmam Xezalî, li Îranê bajara Tûsê, di bajaroka
Gazal de di sala 1058 (k. 450)'an de ji dayik
bûye. Bavê wî zatek belengaz û salih bû. Qet ji
sohbetên aliman venediqetiya. Çiqas ji destê wî
bihata ji wan re alîkarî dikir û xizmeta wan
dikir. Dema şîretên aliman guhdarî dikir,
digiriya û bi lawayî ji Xwedê ewladek salih
dixwest. Bavê wî heriyê kom dikir û di dikana
xwe ya bajara Tûsê de difirot. Dema fam kir ku
mirina wî nêz bûye, gazî her du kurê xwe;
Muhemmed Xezalî û Ehmed kir. Wan radestê hevalê
xwe kir û pişt re hosiya xwe wusa daxuyand:
"Ez bi xwe nebûm alim. Di vî rê de nehatim
kemalê. Mebesta min, mertebeyê ku min revandiye
ji bo ku di van kurên min de hasil bibin
alîkariya we ye. Pere û erzaqên ku min hiştiye,
ji bo xwendina wan xerç bike!"
Hevalê wî hosiya wî bi cih anî. Heta pere û
malên bavê wan biqede, ji bo gihîştina wan
xebitî. Dû re ji wan re wusa got: "Perê ku bavê
we ji we re hiştibû, min ji bo xwendin û
hevotina we xerç kir. Ez belengaz im, perê min
tune. Ez nikarim alîkariya we bikim. Lê
çareseriyê, ez di çûndina weya medresê de
dibînim. Li ser viya her du bira çûn medresê û
gihîştin mertebeya alimên bilind.
Zanistiya Wî:
Îmam Xezalî, di zarokatiya xwe de hinek fiqhê di
welatê xwe de xwend. Pişt re çû Curcanê. Demek
li ba Mele Ebû Nasr Îsmaîlî fêr girt. Dû re
vegeriya Tûsê. Dema ji Curcanê vedigeriya li
Tûsê bûyerek hat serê wî.
Îmam Xezalî, wî bûyerê wusa qal dike:
"Di rê de komek rêbirr derketin hemberê me. Hemî
tiştên li ba min girtin û çûn. Ez li dû wan çûm
û min ji wan re lawa kir: "Nivîsên minên fêrê
bidin min. Ew kêrî we nayên." Serokên wan ji min
pirsî: "Ev çi nin, tiştên çawa ne?" Min jî got:
"Ew nivîsên minên fêrê ne. Ez ji bo hînê wan
bibim ji welatê xwe veqetiyam, çûm welatên xerîb."
Serokê rêbiran keniya û wusa got; "Tu çawa îddîa
dikî ku van tişta dizanî, dema em wan ji te
bistînin, tuyê bê zanistî bimînî." Pişt re wan
da min. Dû re ez wusa fikirîm; "Xweda Teala ji
bo ku min îqaz bike di rê de wan derxist hemberê
min û wan wusa da xeberdan." Dema hatim Tûsê bi
hemî hewldana xwe min sê sal xebat kir û wan
nivîsên ku min di Cûrcanê de girtibû hemî ji ber
kir. Hatibûm rewşekê wusa ku, rêbir derketana
ber rêya min û hemî nivîsên min ji min bigirtana
jî tu zirarek nedigihîşt min.
Sê sal li welatê xwe ma û pişt re çû Nîşabûrê.
Nîşabûr ew dem navenda zanistî û çandê bû. Ji
mirovên zanistiyê wê demê bû xwendekarê Îmamul
Heremeyn Ebul Mealî el Cuweynî. Dema mamosteyê
wî jîrbûn û feraseta wî dîtin, bi wî pirtir
eleqedar bûn. Li vir bi îlmên hedîs, fiqih,
kelam, dad û munazara hîn bû. Mamosteyên wî yên
sereke ev in: Ebû Hemîd er-Rezeqanî, Ebûl Huseyn
el-Merzewî, Ebû Nasr el-Îsmaîl, Sehl el Merzewî,
Ebû Yûsuf en-Nessac.
Dema xwendina xwe li Nîşabûrê qedand, li ser
daweta wezîrê Selçûkî Nîzamulmulk çû Bexdayê.
Hemî alimên jîrên li wir, li feraseta Îmam
Xezalî şaş mabûn. Ji bo ola Îslamê xebatên pirr
xweş dikir, ji ber vî yekê wezîrê Selçukî
Nizamulmulk, wî da serokatiya zanîngeha Nîzamiyê.
Wexta Îmam Xezalî hat serê zanîngehê li wir hemî
îlmên pêwist bi sê sed xwendekaran da hînkirin.
Hejmarên xwendekarên wî nayên jimartin, lewra
zaf zêde ne. Wan mirovên ku ji wî perwerde bûne,
ji bo ola Îslamê xebatên pirr xweş danîne holê.
Hinek xwendekarên wî vana ne: Ebû Mensûr
Muhemmed, Muhemmed Esad et-Tûsî, Ebûl Hesen
el-Belensî, Ebû Ebdullah Cumert el-Huseynî. Ji
alî din, Îmam Xezalî, pirtûkan dinivisî û ji alî
ehlê îlmê, mirovên dugelê û ji alî gel pirr
hurmet dîtibû. Wan salên ku zanîngeha Nîzamiyê
de bû pirtûkên Kîtabul-Basît-fil furu, Kitabul
Wesît, Meahizul Hilaf nivisî.
Di tesawwûfê de murşîdê Îmam Xezalî Ebû Elî
Farmedî bû. Li ba wî hat kemalê, di îlmên zahîr
de mezin û bêheval bû û di îlmên tesawwûfê de jî
di demek kurt de bû murşîd. Xeynê vana jî di
zanîngeha Nîzamiyê de fêr da û pişt re vegeriya
Tûsê. Salên xwe yên dawî li Tûsê derbas kir. Li
vir di nêzê mala xwe de medreseyek û tekkeyekî
çêkir. Rojên xwe bi îrşadkirina mirovan derbas
dikir.
Ji ola Îslamê re têkariya Îmam Xezalî pirr
çêbûye. Fêr daye hezar mirovan, pirtûkên biwate
û bi fêr nivîsiye. Pirtûkên Îmam Xezalî hezar
mirovan hişyar kiriye. Bi taybetî pirtûka wî ya
"Îhyau Ulumîd Dîn" li ser gellek mirovan bandor
hiştiye.
Hejmara pirtûkên Îmam Xezalî diyar nîn e. Lê
dibêjin ji hezarê zêdetir e. Van pirtûkên ku wî
nivîsiye hemî jî dema mirov bixwîne li ser mirov
bandor dike. Hemî di wî wesfê de ne. Di sala
1959'an de Ordiyarnûs profesorê Alman pirtûkên
Îmam Xezalî xwendiye û bi wî xwendinê evîna ola
Îslamê ketiye dilê wî. Paşê pirtûkên Îmam Xezalî
wergerê Almanî kiriye û bûye misliman.
Îmam Xezalî, di sala 1111'an de, meha Cemaziyel
ewwel, roja duşemê zikr kir û Qur'anê xwend, di
şefeqa wî de jî destnimêj girt û nimêj kir. Dû
re ji yên ba xwe kefen xwest. Kefenê maçî kir û
di ser û çavê xwe da. Paşê da ser serê xwe û
wusa got:
"Ey Rebbê min, Malikê min! Fermana te li ser ser
û çavê min."
Çû gora xwe. Di gora xwe de ev car hin pirtir
ma. Derneket derve. Li ser viya ji yên li wir
bûn sê mirov ketin hundir. Û dîtin ku Îmam
kefenê xwe li xwe kiriye. Berê xwe vegerandiye
qîblê û giyanê xwe wusa radest kiriye.
Îmam Xezalî hosî kiribû ku Şêx Ebû Bekr
en-Nessac wî bike qebra wî. Şêx, vî hosiya wî
anî cih û wî kir qebra wî. Lê dema ji qebrê
derket rûyê şêx guherîbû, ser û çavê wî zer
dikir. Ê ku li wê derê bûn sedema wî ji wî
pirsîn. Şêx cara yekemîn bersiv neda lê dema
heter kirin şêx wusa bersiv da: "Dema min termê
Îmam kir gorê, ji alî qiblê destek bi nûranî
derket û hêdîka ji min re wusa got: "Destê
Muhemmed Xezalî têxe destê Muhemmed Mustafa
(sav)". Min jî tiştê ku ji min hat xwestin kir.
Ji ber vî yekê dema ez ji gorê derketim rûyê min
wusa bû.
Xweda rehma xwe lê ke, Îmam Xezalî alimek pirr
zana û birûmet bû. Di derheqê wî de tê gotin ku
ew muceddîdê dema xwe ye. Ji bo ola Îslamê
xebatên pirr xweş daniye holê û pirtûkên pirr
xweş nivîsiye. Alimên dema wî û yên li dû wî
hatine rave kirine ku pirtûkên wî ji bo îlmên
Îslamî çavkaniyek pirr mezin e. Lê piştê wefata
Îmam Xezalî îstîlaya ku ji alî Moxol hatibû
çêkirinê, hezar pirtûkxane hatibû şewitandin û
xerakirin. Di nav van pirtûkan de berhemên Îmam
Xezalî jî hebûn û bi vî awayê ji pirtûkan beşek
mezin hatibû wendakirin. Ji ber viya heta roja
me hejmarê berhemên Îmam Xezalî nehatiye hînbûn
û dinya zanistiyê vî kêmasiya xwe neqedandiye.
Xweda rehma xwe lê bike. Xweda jê razî be!..
Em dema li dîroka xwe dinêrin bi alimên pirr
hêja re rû bir û dimînin. Hemî jî ji bo ola
Îslamê xebat kirine, lêdan xwarine, tade dîtine,
lê dev ji doza xwe bernedane. Her tim me ji
tarîtiyê derxistine ronahiyê. Her tim ji me re
bûne serok, pêşeng û rêber. Di hedîsek Pêxemberê
me de (s.X.l.) jî di derheqê aliman de wusa tê
gotin: "Alim warisê Pêxemberan in." Pêxemberê me
(s.X.l.) nirxa aliman wusa diyar dike. Divê em
jî bi vî nirxdayînê jiyana wan baş fam bikin,
wan ji xwe re wek mînak û rêber bigrin û her dem
li ser riya wan a rast bimeşin.
|