Serrûpel   Dîrok & Biyografî Hz. Helîme
   

 

 

Hz. Helîme

Şahbanu HOCAOĞLU
Mizgîn/Hêjmara 9

Helîme es-Sadîyye, daşîra Resûlûllah(s.X.l) Helîme(X.j.r) bû. Wê demê di Mekkê de gava zarokên Ereban çêdibûn; ji ber ku hewaya Mekkê, li bebikên biçûk nedihat; malbatê Kûreyşî yê mezin, zarokên xwe dişiyandin dervayê Mekkê. Zarokên xwe didan cem qebîleyên ku di çolê de dijîn. Zarok, çend meh li ba daşîrên xwe diman. Jinên ku dibûn daşîr, mehê du car -payîzê û biharê- dihatin Mekkê, zarokên biçûk digirtin û dibirin welatê xwe.
Qebîla Benî Sad, di nav qebîlê Ereban de him di warê ziman de him jî di warê camêrî û rûmetiyê de, pir baş dihatin naskirin. Di van demsalan yek de, ji qebîla Sad civatekî jin bi mêrên xwe re, bi hêviya ku zarokê berşîr bibînin, hatin Mekkê. Gava zarok dihatin hilbijartin, bi taybetî zarokê lawîn û ewê ku bavê wan di jiyanê de bûn, dihatin tercîhkirin. Lê hêştira Helîme(X.j.r) topal û zeîf bû. Ji xeynî wê, ji ber ku şîrê wê hindik bû, zarokê wê yê berşîr têr nedibûn. Bi şevê pir digiriyan. Ji ber vê yekê nedihîştin ku pir bi rê de herin. Hevalên wan ê din gihîştibûn Mekkê. Helîme heya gihişt Mekkê, hemî ji xwe re zarokek hilbijartibûn. Evdilmuttalîb, pir li ber wan geriya lê ji ber ku Ew sêwî bû, kesek neviyê wî nedigirt. Evdilmuttalîb bêçare geriya û Helîme dît. Çû ba wê û jê re go:
-Tu ji kîjan qebîlê yî?

Helîme go:
-Ez ji qebîla Benî Sad im.

Evdilmuttalîb pirsî:
-Navê te çi ye?
-Navê min Helîme ye.

Evdilmuttalîb keniya û go:
-Ey Helîme, li ba min zarokek sêwî heye. Ji nav hevalên te yên din, -ji ber ku sêwî bû- kes Wî negirt. Ez hêvî dikim ku ji bona vê zarokê sêwî, Xweda ji we re bereketa xwe bişîne. Helîme ji mêrê xwe destûr girt. Paşê hat ba Evdilmuttalîb go:
-Ez vê zarokê digrim.

Evdilmuttalîb li ser viya pir kêf kir. Paşê Helîmê girt û çû li ba Amîne. Bi hevûdu re çûn cem Hz. Mihemmed. Hz. Mihemmed(s.X.l) raketibû. Helime(X.j.r) gava Mihemmed (s.X.l) dît, ji ber xweşikî û şêriniya wî, heyran ma û wî mîna zarokê xwe yê heq hez kir. Amîne ji ber ku ji zarokê xwe dûr diket, pir xemgîn dibû. Jixwe zarokê xwe pir hindik dîbû. Lê ji bona tenduristiya wî, divabû wî bişiyanda. Helime(X.j.r) vê bûyerê wûsa qal dike:

-Min zarok girt. Hatim cîyê ku qafîle li wir bû. Min pêsîra xwe ya çep da devê wî; nemijiya. Serê xwe zivirand cîyekî din. Min paşê pêsîra xwe ya rastê dayê; îcar mijiya. Li ser vê yekê, pêsîra çepê jî min da lawê xwe Evdillah. Mêrê min çû cem hêştira me ya kal û zeîf. Dît ku şîrê wê heye. Hêştirê dot û şîrê wî vexwar. Ji min re jî anî. Min jî têr û tijî vexwar. Bi vî awayî me wê şevê xweş derbas kir. Gava bû sibe, mêrê min ji min re wûsa go: "Helîme! Ez bawer dikim ku te zarokekî pîroz û birûmet girtiye". Paşê ji bona ku em herin warê xwe, em ketin rê. Mankera me ya kal û topal ket pêşiya hemî qafîlê. Kes nedigihişt wê. Hemî heval mat man. Wan digo qey me mankera xwe guherandiye. Min go; "na ev mankera me ya berê ye."

Axirê em gihîştin erdê Benî Sad. Wê demê di rûyê erdê de tu erdek mîna erdê Benî Sad, bêav û hişk tunebû. Di carekî de rewşa pezên min bedilîn. Me çiqas bixwesta, ew qas şîr didan me. Êvarê, zikê wan têr û guhanê wan tijî dihatin malê. Pezên xelkê jî bêşîr dihatin malê. Wûsa bibûn ku jin ji şivanê xwe re wûsa digotin:
-Heyf li we be. Mêze kin ka şivanê Ebû Zûeyb pezê xwe li ku diçêrine, hûn jî herin li wir pezên me biçêrînin.

Roj wûsa zû derbas dibûn ku Pêxemberê me(s.X.l) her ku roj derbas dibûn, qelew dibû. Zaroktiya wî, ne mîna zaroken din bû. Hêja heyşt mehî bû peyivî û guhdariya peyva dikir. Neh meh paşê, ji şîr hat birrîn. Divabû Wî radestê Malbata wî bikirana. Helîme(X.j.r) wî girt û çû Mekkê. Amîne di carekî de zarokê xwe li hemberê xwe dît. Ji ber kêfa, dikir bifiriya. Wê êdî qet ji zarokê xwe neqetiya. Helime(X.j.r) ji Amîne re go:
-Ger tu dixwazî, bila demek din jî li ba me bimîne. Ez naxwazim nexweşiya weba ku -di Mekkê de ye- zirar bide wî.

Birastî jî wê demê nexweşiya webayê, li Mekkê hebû. Hemî zarok ji ber vê yekê nexweş ketibûn. Amîne jî viya nedixwest. Ji Helime(X.j.r) re go:
-Tu rast dibêjî.

Amîne zarokê xwe, ji hemî tiştan zêde hez dikir. Ji ber vê yekê, lawê xwe car din da Helime(X.j.r).

Sê heb xwuşk û birayê Pêxemberê me yê şîr hebû. Navê wan Şeyma, Umeyye û Evdillah bûn. Pêxemberê me(s.X.l), rojekî li paş malê bi Evdillah re pez diçêrand. Du mirov hatin ba wan. Pêxemberê me(s.X.l) li erdê dirêj kirin. Paşê singê wî vekirin û dilê wî şuştin. Tiştekî reş jê derxistin û gotin:
-Viya tiştekî aîdê şeytan ê ku digel te ye, bû.

Evdillah ji kirinê wan her du mirovên xerîb tirsiya û çû malê. Gazî dê û bavê xwe kir; go:
-Baz din, birê min ê Qureyşî hate kuştin.

Li ser vê gotinê, dê û bavê wî di cî da baz dan, gihîştin cem Hz. Mihemmed(s.X.l). Hz. Mihemmed(s.X.l) li piya bû. Jê re gotin:
-Çiyê te heye? Çi bû bi te?

Hz. Mihemmed (s.X.l) jî go:
-Du mirovê cilsipî hatin. Min dirêjê erdê kirin. Paşê ji nav zikê min tiştekî derxistin û avêtin.

Helîme(s.X.l) û mêrê wê li ser vê bûyerê pir tirsiyan. Edî nikaribû wî li ba xwe bidana se- kinandin. Jixwe gava biba du salî, divabû Wî bibirana li ba dayika wî. Li wadiya Sirer ê ji Xristiyanê Hebeşê civakek, ji Helîme(X.j.r) re gotin:
-Tu diçî ku?

Paşê, li Hz. Mihemmed(s.X.l) baş nêrtin. Li pişta wî mêze kirin. Li mora Pêxemberiyê û sorbûna nav çavê wî mêze kirin.

Û paşê ji Helîme pirsîn:
-Ma ev zarok ji çavê xwe nexweş e?

Helîme(X.j.r):
-Na, vê soriya çavê wî qet naçe. Her dem wûsa ye.

Paşê Xrîstiyan gotin:
-Em viya bibin welatê xwe, li ba qralê xwe. Ji ber ku li cem me ev zarok pir bi nav û deng e.
Di derheqê Pêxemberê me (s.X.l) de wûsa zor dan ser Helîme (X.j.r) ku wê go qey ewê Wî birevînin.
Di cîyekî din de gellekî Cihû dîtin. Cîhû jî di derheqê Pêxemberê me(s.X.l) de ji Helîme(X.j.r) re wûsa gotin:
-Ma tu derheqê vê zarokê xwe de tiştekî nabêjî.

Helîme jî mîna ku dêya wî be, tiştên ji Amîne bihîstibû qal kir. Qala bûyîna Resûlûllah(s.X.l) kir. Cihû hemî li hev mêze kirin û gotin:
-Vê zarokê bikujin.
Paşê, bavê wî pirsîn. Helîme(X.j.r) derewa kir û mêrê xwe nîşan da, go ew e.

Wê gavê Cihû gotin:
-Na; eviya, ew zarok nin e.

Piştî vê bûyerê, Helîme(X.j.r) êdî pir ditirsiya. Wî girt û çû Mekkê. Di carekî de Pêxemberê me(s.X.l) wenda bû. Helîme(s.X.l) dîn bû; li wir mêze kir, li vir mêze kir. Paşê kalê wî xeber şiyand hemî cîyan û Mihemmed hat dîtin. Li ser vê yekê Evdilmuttalîb hêştir û pez gorî kir.

Pêxemberê me(s.X.l), carina diçû ba daşîra xwe. Ji wê re digo, 'dayika min' û jê re pir hurmet dikir. Carê cîyê ku daşîra wî lê dima, nexweşiyek derket. Û ji aliyekî ve jî xela hat. Helîme(X.j.r) bêçare ma, malê xwe di cî da hîşt û hat ba Resûlûllah(s.X.l) ku ger hebe, tiştekî jê bixwaze. Ev nexweşî û bela hemî, piştî çûndina Resûlûllah(s.X.l) bû. Gava hat ba Pêxemberê me(s.X.l) go:
-Ji ber hinek nexweşiyan, ajalên me mirin û xela derket.

Resûlûllah(s:X.l) li hember van gotinan pir xemgîn bû. Tiştek ku Pêxemberê me(s.X.l) bida wê tunebû. Lê Xetîce(X.j.r) daşîra mêrê xwe vala neşiyand. Çil heb berxik da û ji bo ku karê xwe pê bibîne, hêştirekî da Helîme(X.j.r). Helîme(X.j.r.) pir kêfxweş bû. Roj bi ser rojê de derbas dibûn. Dem gûherî. Pêxemberî hat dayîn Pêxemberê me(s.X.l). Resûlûllah(s.X.l) piştî ku bû pêxember, wê jî bawerî bi Resûlûllah anî û bû Misilman. Bi vê baweriyê wefat kir. Xweda jê razî be.

.....
Çavkanî:  

                    Mizgîn

 

 


Serrûpel   Dîrok & Biyografî Hz. Helîme
 

QuranPeyamber & Hedîs | Bawerî | Islam | Rêhevalên Peyamber
 
| Risaleya Nur | Pirs & Bersîv | Dîrok & Biyografî | Zanist | Multimedya |  
| Zarok | Çand & Huner | Babetên Giştî | Lînks  | Mêvanname | E-Name |