Hz. Esma (Xweda jê Razî Be)
Di nav
sehabiyên jin de hinek kesên hêja hebûn. Ji ber
ku di wan demên îşkence û tengasî da tebatkirin
û rêzdariya xwe parastin gellek zehmet bû. Esma
ya keça Hz.Ebû Bekr(X.j.r) jî, di wan rojên wûsa
de rêzdarî û rûmetiya xwe bi hemî aliyan ve
parastibû. Ji xeynî vê, xwedîyê malbatekî pir
birûmet bû. Bavê wê sehabî bû. Kalê wê sehabî bû.
Xwişka wê sehabî bû û ji dayikên mûminan bû.
Merê wê sehabî bû û bi bihîşte hatibû
mizgînkirin. Lawê wê sehabî bû. Bavê wê Ebû Bekr
es-Siddîk, hogirê Resûlûllah(s.X.l.) bû û piştê
wefata Wî jî, bû xelîfê mislimanan. Ev rûmet jê
re bes bû.
Gava zilma muşrîkên Mekkê, gihîşt merhelayek
nayê kişandinê, Xweda Teala jî destûra hîcretê
da mislimanan. Demekî paşê Xweda Teala destûra
hîcretê da Resûlûllah (s.X.l.) jî. Piştê destûra
Xweda, hema Resûlûlah û hemî Misliman ji bo
hîcretê amadehiya xwe kirin. Resûlûllah û hogirê
wî, bavê Hz. Esma(X.j.r.), pîlan kirin ku wê
herin şikefta Sewr. Hz. Ebu Bekr(X.j.r) li ser
vê yekê hema çi perê wî heye, hemiyan digre ba
xwe. Bavê Wî Ebû Kûhafe gava bi vî yekê hesiya
himehim kir û go:
-Di paş xwe de tîştekî nahêle. Çima hemî pereyan
digre diçe?
Ew wê demê hêj nebibû misilman.
Ji ber ku Hz.Esma(X.j.r) ditirsiya kalê wê here
fesadiyê bi kafiran bike, bilez çû qutiya ku
pere dixîstinê, bi hinek keviran ve tijî kir û
go:
-Binêre kalo! Bavê min ji me ra vana hîştiye;
hemî tîştna nebiriye.
Çavê kalê wê nedidiyan. Destê xwe xist nav
qutiyê û go qey kevir pere nin û di cîyê xwe de
sekinî. Dilê Hz. Esma jî li ser vê yekê kete cîh.
Bi vî awayî, vê belayê bi jîrbûniya xwe da alî.
Hz. Esma(X.j.r), gava Resûlûllah(s.X.l) û bavê
wê çûn Şikefta Sewrê, ji wan re xwarin û
vexwarin dibir. Carekî jî dema ji wan re xwarin
dibir, ji bona devê kûpa xwarin were girêdan,
ben lazim bû. Ji bo dem wenda neke, Hz.
Esma(X.j.r), hema kembera ku pê nava xwe
girêdabû, derxist û pê devê kûpê girêda. Ket rê
bidizîka çû ba Resûlûllah(s.X.l).
Resûlûllah(s.X.l) gava vîya dît, mizgîn da wê:
- Ya Esma, Xweda di bihuştê da du kember dide te.
Bi vê mizgînê, Hz.Esma(X.j.r) pir kêfxweş bû.
Gava Resûlûllah(s.X.l) û Ebû Bekr(X.j.r) çûn
şikefta Sewrê; muşrîkên Mekkê li wan digeriyan.
Derî bi derî lê dixistin û digotin: “gelo we
Mûhemmed û Ebû Bekr dîtiye?”. Hatin mala Hz. Ebû
Bekr(s.X.l) jî. Hz. Esma(X.j.r) hema li pêşiya
xwe muşrîkên çavsor dît. Lê qet ji wan netirsiya.
Muşrîk pir hêrs bibûn û bi vî hêrsê jê pirsîn:
-Keça Ebû Bekr! Bavê te li ku ye?
Esma (X.j.r) go:
-Ez nizanim.
Li ser vê yekê Ebû Cehîl, wûsa şîrmaxekî lêxist
ku guharê wê ji gûhê wê firiya.
Hz.Esma (X.j.r) mat mabû. Lê dîsa jî tiştekî ji
wan re nego. Muşrik fahm kirin ku nikarin
tiştekî jê bigrin. Zêde dem winda nekirin û
lêxistin çûn. Hz.Esma(X.j.r) jî ji Xweda re dua
dikir ku bila ew rêwiyên pîroz nên dîtin.
Gava dibû şev, Hz.Esma(X.j.r) nan û av digirt ba
xwe û diçû Şîkefta Sewrê. Saloxên ji Mekkê
digirt, digihand wan. Çend roj paşî, êdî rojên
bitirs qediyan. Ji ber ku Resûlûllah(s.X.l.) û
bavê wê gihîştibûn Medînê.
Pêxemberê me piştî di Medînê da cîh da xwe, ji
bo ku malbata xwe ji Mekkê binê, sahebeyekê
şîyandibû.
Li ser vê yekê Ebû Bekr, ji lawê xwe Ebdûllah re
nameyekî şiyand û ji wan re jî go ‘werin Medînê’.
Pêxemberê me fidakariyên Hz. Esma(X.j.r) ku di
dema hicretê da kiribû, bi ecibandinekî mezin
pêşwazî kiribû. Vê jina fidakar ku bi navê "Hewariya
Min" qala Wê dikir û pêsnê wê dida, bi Hz.
Zubeyr(X.j.r) re zewicand. Her dû jî mîna hev
bûn.
Pir tiştekî ecêb e ku bavê wê hogirê
Resullûlah(s.X.l), xwişka wê jina
Resullûlah(s.X.l), ew jî xwişkjina
Resullûlah(s.X.l)) û jina sehabiyê bijarte bû.
Lê dayika wê nebibû misliman. Ji ber ku neketibû
ola İslamê, Hz. Ebû Bekr dev ji wê berdabû. Ji
ber vê yekê dilê Esma(X.j.r) jî, li ber dêya wê
germ nîn bû. Rojekî dayika wê, bi xelatan hat ba
Hz.Esma(X.j.r). Hz.Esma(X.j.r) dêya xwe negirt
malê û xelatên wê jî negirt. Li ser vê yekê
Hz.Aîşe(X.j.r) qasidekî şîyand ba Pêxemberê me û
rewşê jê re go.
Resullûlah(s.X.l) jî wûsa go:
-Ji Esma re bêjin, bila dêya xwe bigre hundir.
Xelatên ji wê re aniyê jî bila qebûl bike.
Hz. Esma(X.j.r) jî gotinê Resûllûlah(s.X.l) anî
cîh û di warê nîşandana hurmetê da ji dêya xwe
ra kêmasîyek nehişt.
Hz. Esma (X.j.r) gellek xizan bû. Carekî ji
cîyekî dûr xûrme dianî. Resûllûlah(s.X.l) û çend
heb sehabîyên wî, di rê de dîtin.
Resûllûlah(s.X.l) hêştîrê xwe danî. Xwest ku wê
siwarê hêştîrê bike. Lê Hz.Esma(X.j.r) ji ber ku
pir şerm kir, siwarê hêştîrê nebû.
Hz. Esma(X.j.r) jinekî destvekirî bû; dilê wê
dewlemend û gellek comerd bû. Bi taybetî
Pêxemberê me (s.X.l) ji wê ra digo:
-Ya Esma!... Destê xwe girê nede, (Tu destê xwe
girê dî,) wê Xwedê jî îhsana Xwe neşîne.
Mêrê Hz. Esma(X.j.r), Hz. Zubeyr (X.j.r)
mirovekî hejar bû. Xulamê wî jî tunebû.
Karê xwe û karê mala xwe, ew bixwe dikir. Li wan
dema mêr, her dem li cîhadê bûn. Ji ber vê ye kê
hemû karan jin dikirin. Bavê wê Hz. Ebû
Bekr(X.j.r), ji wê ra xulamekî şiyand. Ew jinekî
pir çavtêr bû. Hz. Esma(X.j.r) gellek li ser
aborîyê disekinî û mesrefa vala nedikir. Lewra
aborî hem fermana Xweda bû û hem jî xweşiya malê
bû. Hz. Esma(X.j.r), him jinekî baş, him jî
dayikekî baş bû. Dû zewaca wê bi Hz.
Zubeyr(X.j.r) re pênç lawê wê û heyşt keçên wê
çêbûn. Bi perwerdehiya wan mijûl dibû. Mezinê
sehabiyan Hz. Zubeyr(X.j.r), zarokên di rêya
Xweda da mirina xwe girtine ber çav, mezin
kiribû.
Lawê Wê yê ku jê gellek hez dikir, Evdillah; dû
mirina Yezîd, di Mekkê da xelîfetiya xwe îlan
kir. Misilmanên Hîcaz, Yemen, Îraq, Misir û
Xoresenê wî jî vî karê ra şayan dîn û jê ra bîat
kirin. Ebdûllah(X.j.r) di Mekkê da çend sal bi
dadmendî hikum kir.
Lê Ebdûlmelîkê kurê Merwan gava hikumeta
Emeviyan bi dest xist, Heccacê di dîrokê da bi
navê zalim tê zanîn, di 72’ê Hîcretê da şiyand
ser Evdillah. Heccac li ser çîyayê Ebû Kûseyb
çimçîr danî û keviran avêt Kabê. Hz.
Evdillah(X.j.r), bi hevalên xwe ra Mekkê
diparastin. Lê hinek hevalên wî bi gotinên
Heccac xapiyan û dev bi parastinê berdan. Hz.
Evdillah(X.j.r) wê demê çû ba dêya xwe ya
notûneh salî. Rewşê jê re qal kir. Dêya wî
notûneh salî bû jî ne hebekî diranê wê ketibû,
ne jî fehma wê kêm bibû. Hz. Evdillah(X.j.r) çû
ba dêya xwe û wûsa go:
-Dayika min!... Di destê min de hêzekî pir
hindik ma. Edî rawestina li hember dijmin, pir
zehmet e. Dijmin, çiqas bixwazim mal dide min.
Tu dibêjî çi?
Hz. Esma(X.j.r) dizanîbû ku lawê wê di doza xwe
da mafdar e û dilê wî di malê dinyayê de tu ne
ye. Ji lawê xwe re vê şîreta dîrokî kir:
-Lawê min! Ger rêya ku tu tê da dimeşî, di warê
mafdariya xwe tu pêbawer î, rêya xwe bidomîne.
Lewra hevalên te, li ser vê rêyê mirin. Tu jî
weka hevalên xwe yê şehîd ketine, bifikire. Ger
tu bixwazî dinyayê bi dest xî, tu mirovekî pir
nebaş î. Ger tu dibêjî hevalên min sist bûn, ez
jî bûme wek wan, ev helwest li mirovekî mêrxas
nakeve. Hela hinek bifikire, di dinê de tuyê
çiqas bimînî?
Ji xwe dîtinê Evdillah jî bi vî rengî bû. Dest û
lingên dayika xwe ramûsa. Dêya wî jî, enîya wî
ramûsa û wî bi rê kir. Hz. Evdillah(X.j.r) ji
malê derket. Di navbênê de çend seet derbas nebû
ku ji Hz. Esma(X.j.r) ra xebera şehadeta lawê wê
hat. Lê Evdillah tenê bi mirinê xelas nebû.
Heccacê zalim serê wî jêkir, şiyand Şamê û
cesedê wî jî li Mekkê daleqand. Cesedê wî çend
roj li wir daleqandî ma.
Dilê Hz. Esma(X.j.r) ji ber vana pir êşiya.
Salek dû vê bûyerê (di heftê û sê saliya hîcretê
da, li Mekkê û di sed salîya temenê xwe da) çû
ser dilovaniya xwe.
Xweda Rehmeta xwe lêke.
.....
Çavkanî:
Şahbanu HOCAOĞLU
Mizgîn/Hêjmara 6
|
| |
|