Dayika Xizanan Hz. Zeyneb
Şahbanu
HOCAOĞLU
Mizgîn/Hêjmara 7
Zeyneba keça
Cahş, qîza meta Resûllûllah(s.X.l) e. Dêya wê
Ûmeyya keça Abdulmuttalîb e. Navê wê yê rast
Berre ye. Pêxemberê me (s.X.l) navê wê Zeyneb
daniye. Pêxemberê me(s.X.l), ji qîza meta xwe
re(ya ku mensûbê qebîla Qûreyşiyan e û xwediyê
malbatekî biesil e), ji bo kolê xwe yê azadkirî
bû xwezgîncî.
Lê Zeyneb gava pêhesiya ku wê ji kolê xwe yê
azadkirî Zeyd Bin Xarîse(X.j.r) re dixwaze,
xemgîn bû. Zeyd Bîn Xarîse, li Mekkê bi koletî
hatibûn firotan. Û paşê ji Hz. Aîşe(X.j.r) re
hatibû diyarîkirin. Hz. Aîşe(X.j.r) jî wî
diyariyê Pêxemberê me kiribû. Pêxember(s.X.l) jî
wî azad kiribû û wî kirî bû zîrkurê xwe. Ji ber
vê yekê Zeyneb(X.j.r) nedixwest bi Zeyd(X.j.r)
re bizewice û wûsa go:
- Ya Resûllûllah!... Ez keça meta te me; ne
qayîl im ku bi wî ra bizewicim. Ez wî
napejirinîm. Ez ji Qureyşiyan im.
Lê paşê Zeyneb(X.j.r) fikirî û wûsa go:
-Ya Resûllûllah ma tu dixwazî, ez bi Zeyd re
bizewicim?
Pêxemberê me jî go:
- Erê ez dixwazim!
Wê jî li ser vê daxwaziya Resûlûllah(s.X.l) go:
-Ez jî li ber Xweda û Resûlê Wî ranabim û bi wî
re dizewicim.
Li dû vê pejirandina Zeyneb(X.j.r), Resûllûllah
mara wan birrî. Bi vi yekê ji kevneşopên
cahilîyê yekê din jî hat xirakirin.
Lê di navbera Hz. Zeyneb(X.j.r) û Hz. Zeyd(X.j.r)
de tu car hezkirin çênêbû. Di navbera wan de
pirsgirêk derket. Hate merheleyekî wûsa ku êdî
Zeyneb(X.j.r) dilê Zeyd(X.j.r) dişikand.
Rojekî Zeyd go:
-Ya Resûllûllah, ez dixwazim ji malbata xwe
biqetim. Êdî eza dide min!
Resûllûllah(s.X.l) go:
-Ya Zeyd, bi jina xwe bigre, wê bernede; ji
Xweda bitirse.
Vê zewaca wan çend sal wûsa berdewam kir. Demekî
paşê Zeyd(X.j.r) fahm kir ku pirsgirêk her diçe
zêde dibin û Zeyneb ji wî hêjatir e, rabû wê
berda.
Pêxemberê me(s.X.l) bi berdana Zeyneb, pir
xemgîn bû.
Xweda Teala mara Resûllûllah û Zeynebê birandibû.
Lê hêj di derbarê vê yekê de ayet nazîl nebibû.
Resûllûllah(s.X.l) ditirsiya ku gel fîtne derxe.
Di dema cahiliye de bav nikaribû bi jina ku
zîrkurê wî berdaye re bi zewice. Lê di nav
zîrkûr û bav de tu girêdana xwînê tune ye. Pir
dem ji ser derbas nebû ku li ser vê mijarê ayet
hat. Xweda di ayeta xwe da ji bo zewaca bi vê
rengî tu astengî nedidît.
Dû hatîna ayetê ra Pêxemberê me(s.X.l) keniya û
wûsa go:
-Zeyneb ji aliyê Xweda ve bi min re hatiye
zewicandin.
Li ser vê yekê di pênc saliya Hîcretê de
Resûlûllah(s.X.l) bi Zeyneb re zewicî.
Zeynep(X.j.r) wê demê sî û penc salî bû.
Mâra Zeynebê bêwelî û bêşahîd li ba Xweda hate
birrîn. Ev ji bo Zeynebê rûmetiyeke mezin bû.
Gava Aîşe(X.j.r) bi vê bûyerê hesiya, wûsa go:
-Karê herî mezin û bilind ji wê re hatiye ku
mâra wê li ba Xweda, di ezman de hatiye birrîn.
Bila Zeyneb bi vîya şenaz bike û bi viya pesnê
xwe bide.
Ji ber ku mâra Zeyneb li ba Xweda hatibû birrîn,
Resûlûllah(s.Xl) mehîr neda Zeynebê.
Tenê difikirî ku ji bo dawetê xwarin bide.
Enes'ê kurê Malîk(X.j.r) wûsa qal dike:
-Dêya min Ummu Suleym ji min re go:
( Ya Enes! Resûlûllah îro dizewice. Wê sitila
rûnê bîne.) Min sitilê anî. Rûn û xurme tevlîhev
kir. Xwarineke tenê besê du merivan bû jê derket.
Min wiya girt, bir mala Resûlûllah û min jê re
wûsa go.
-Viya dayika min şiyandiye. Ji Te re jî silavê
wê hene. Vîya dîyariya dêya min e.
Resûlûllah(s.X.l) vê xwarinê girt û ji Enes re
go:
-Ya Enes here gazî Ebû Bekir, Omer, Osman û Elî
bike.
Enes çû gazî wan kir. Paşê Resûlûllah(s.X.l)
dîsa ji Enes(X.j.r) re go:
-Here nimêjgehê; te kê dît gazî wan ke.
Enes(X.j.r) çû nimêjgehê û kî rastê wî hat, ji
bo xwarinê gazî wan kir. Sehabe hemî qefle bi
qefle hatin mala Resûlûllah(s.X.l). Ji bo ku
Xweda wê xwarinê bibereket bike, Pêxemberê me
quşxana xwarinê danî erdê û di ser de dua kir.
Sehabe qefle bi qefle li ser xwarinê rûniştin.
Mêvan hemî ji wê xwarinê xwarin. Lê wê xwarina
ku bi zorê qîma du mirovan dikir, bi dûaya
Resûlûllah(s.X.l), têra hemiyan kir. Enes(X.j.r)
pir mat mabû. Tiştê ku dît, hemiyan ji dêya xwe
re qal kir. Dêya Enes(X.j.r) wûsa go:
-Mat nemîne. Ger Xweda bixwesta hemî Medîneyî ji
vê xwarinê bixwarana jî, wê hemî pê têr bibana.
Viya mûcîza Resûlûllah(s.X.l) e.
Dayika me Zeyneb(X.j.r) pir îbadet dikir. Ehlê
teqwa bû; pir nimêj dikir, rocî digirt.
Resûlûllah rojekî di nimêjgehê de benekî bi
stûnê ve girêdayî dît. Pirsî "vê benê çi ye?".
Sehabe gotin: "viya yê dayika mûmînan, yê Zeyneb
e". Resûlûllah li ser vê yekê go "di îbadetê de
tengasî tune ye. Vê benê vekin. Hun heta ku
dikarin bi piyanî nimêj bikin"
Taybetiya dayika me Zeyneba Keça Cahş(X.j.r) yê
herî mezin, comerdiya wê bû. Destvekirî bû. Qet
dilê wê di malê dinê de tunebû. Bi keda destê
xwe, xwe xwedî dikir. Perê kû ji dirûnê diket
destê wê jî, dida hejaran. Hz. Aîşe(X.j.r) di
derheqê destvekirîbûna wê wûsa digo:
-Min ji jiyandina dîn de ji Zeyneb'ê bixêrtir tu
kesek nedî. Min mirovekî ji wê pirtir ji Xweda
bitirse, gotinrast, ji wê pirtir mafê merivên
xwe biparêze û ji wê pirtir ji bo riza Xweda bi
dest xe, ji xizan û hejaran re alîkarî bike,
nedît.
Xelîfê mislimanan Hz. Omer(X.j.r) ji bo
sehabîyan, ji xezînê meeş girêdabû. Rojekî ji
dayika me Zeyneb'ê re mehaniya wê şiyand. Dayika
me gava ewqas pere di yek cîh da dît pir şaş bû
û go:
-Xweda Omer bibexşîne. Para hevalên min jî di
nav vira da ye?
Mirovê ku pere anîbû go:
-Na, vana hemî yên te ne.
Li ser vê yekê çavê xwe girt û wûsa go:
-Subhanallah!
Û ji qerwaşa xwe re go:
-Destê xwe têke navê, li hemî hejaran belav ke.
Û dû re wûsa go:
-Xwedayê min! Ji nuha pê ve min negihijîne
îhsana Omer. Lewra malê vê dinyayê fîtne ye.
Resûlûlah(s.X.l) gava sax bû, digo: "dû wefata
min ji we milê kê dirêj be, ewê pêşî bigihîje
min". Li dû wefata Resûlûllah(s.X.l), pêşî
Zeyneb(X.j.r) wefat kir. Paşê hat fahm kirin ku
pêyva 'mildirêj', li ser destvekirîbûnê hatibû
bi kar anîn.
Hz. Zeyneb(X.j.r) di bîst saliya Hîcretê de, di
pencî û sê saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Nimêja cenazê Hz. Omer(X.j.r) kir. Di Cennet-ûl
Baqî de hate veşartin. Xweda jê razî be.
|